Êşên Kobaniyan zêdetir dibin bi nebûna xizmetguzariyan ji ber dorpêçê
Kurdistan 09:48 AM - 2026-02-04
PUKMEDIA
Kobanê
Bajarê Kobanê niha di qonqxa herî dijwar de ye, ev kete sê
hefteyan ku bajarê dorpêç kiriye, rewşa jiyanî û tenduristî zor zeehmete ku
jiyana bi hezaran welatiyên sivîl xistiye metirsiyê, di nav bêdengiya
navneteweyî û qedexeyên berdewam de ku rê li ber gihîştina alîkariya mirovî digirin.
Dorpêçkirina Kobanê di roja xwe ya 16 de berdewam dike, komên
girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê zext û dorpêçên li dora bajêr teng kirine,
tenê pêdiviyên sereke yên jiyanî û tenduristî hema hema nemaye.
Kobanê ji kêmbûna xizmetguzariyê bi taybetî ji bo nexweşiyên
herdemî, zehmetiyê dikişîne. Krîz ji ber kêmbûna şêrê zarokan û nebûna sebze û
xwarinên din ji bazaran girantir dibe. Qutbûna elektrîkê beşên nexweşxaneyan seqet
kiriye, di heman demê de kêmbûna sotemeniyê zehmetiyên ku zêdetirî 600,000 kes
pê re rû bi rû dimînin hîn zêdetir kiriye. Tevî rêkeftina di navbera Hêzên
Demokratîk ên Sûriyeyê û hikûmeta demkî de ku di 30ê Çile de hat kirin û tê de
rakirina dorpêça li ser bajêr hat destnîşankirin jî, dorpêç berdewam dike.
Bi heman awayî, dewleta Tirkiyeyê di çar rojên dawî de rê li
ber ketina alîkariyên ku ji hêla gelê bakurê Kurdistanê ve hatine berhevkirin
bo Kobaniyê digire, krîza mirovî girantir kiriye û êşa xelkê dorpêçkirî zêde
kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

