Civata Nûneran ji bo hilbijartina serokkomar dê bicive
Kurdistan 12:27 PM - 2026-01-31
PUKMEDIA
Civata Nûneran ya Îraqê
Biryar e sibê (1ê Sibata 2026an) Civata Nûneran ya Îraqê ji bo hilbijartina serokkomarê
Îraqê bicive, endamekî fraksiyona YNKê li Civata Nûneran ya Îraqê tekez
kir ku posta serokatiyê mafê YNKê ye.
Serwe Mihemed, endama Civata Nûneran ya Îraqê ji fraksiyona YNKê, ji
PUKMEDIA re ragihand ku rûniştina sibehê ya Civata Nûneran ya Îraqê ku taybet e
bi hilbijartina serokkomar, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê wê postê bi mafê
xwe dizane û ji bo vê yekê jî Nîzar Amêdî yekane namzedê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK) ji bo vê postê ye.
Amaje bi wê yekê kir ku, îro Çarçoveya Hemahengiyê biryare îro civîna
xwe ya dawî li ser namzedên serokwezîr û serokkomariyê li dar bixe, ev yek di
demekê de ye ku, wan namzedê xwe ji bo posta serokwezîriyê, Nûrî Malikî yek alî
kiriye, lê di Çarçoveya Hemahengiyê de her kesê ku vê postê bigire, girîng e ku
Îraq ji hemû qeyranan derxîne.
Endama fraksiyona YNKê aşkere kir ku civînên di navbera aliyên Îraqî de
ji bo diyarkirina namzedên vê postê hîna jî berdewam in, piştî ku
posta serokomariyê were destnîşankirin, divê serokwezîr jî were destnîşankirin
li gorî kevneşopiya siyasî, posta serokomariyê ji bo Kurdan û di nav Kurdan de
ji bo YNKê ye, û posta serokwezîriyê jî ji bo Şîeyan e.
Ev yek jî di demekê de ye ku,biryar bû roja Sêşem ya borî Hilbijartina Serokkomariya Îraqê bihata li
darxistin, lê, Serokatiya Civata Nûneran civîn paşda xist û Nîzar Amedî yekane
namzedê Nîzar e ku pêşengiya namzetên din dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

