SOMO: Peymana petrolê ya bi Herêma Kurdistanê re serkeftî ye û dikare were dirêjkirin
Cîhan 11:33 AM - 2026-01-29
PUKMEDIA
Zeviyên Petrolê
Kompaniya bazarkirina Petrolê ya Dewletê (SOMO) diyar kir ku
hemû alî ji bo dirêjkirina peymana dîrokî ya hinardekirina petrolê bi Herêma
Kurdistanê re dixebitin.
Di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya El-Sebah, Rêveberê Giştî
yê SOMOyê Nîzar El-Şetrî peymana dîrokî ya bi Herêma Kurdistanê re ji bo
bazarkirina petrola xwe bi rêya kompaniya neteweyî wekî serkeftinek bi nav kir,
ku ev yek bi dirêjkirina wê ji aliyê hikûmetê ve heta dawiya Adarê hatiye
îspatkirin.
El-Şatrî tekez kir ku peyman heya ku hemû aliyên beşdar ji
bo serkeftina wê hewl bidin, dikare were nûkirin, û destnîşan kir ku ji bilî
hêsankirin û rêkxistina pêvajoya hinardekirinê bi rêya bazarkerê neteweyî,
dahata zêde ji bo welêt peyda kiriye.
Wezareta Petrolê ya Federal di 27ê Îlona 2025an de ji nû ve
destpêkirina hinardekirina petrola xav ji Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Îraq-Tirkiyê
ragihand.
Di daxuyaniyekê de ku ji hêla PUKMEDIA ve hatiye wergirtin,
wezaretê got ku "operasyonên hinardekirinê di 27ê Îlona 2025an de dest pê
kirin, bi rêkûpêk bêyî ti astengiyên teknîkî berdewam kirin, û piştrast kir ku
ev hevkariya serketî ya di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêmê de nîşan
dide.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

