Rûniştina ji bo hilbijartina serokkomar hat paşdaxistin
Kurdistan 12:37 PM - 2026-01-27
PUKMEDIA
Civata Nûnerên Îraqê
Her çende biryar bû demjimêr 11 beriya nîvro rûniştina Civata Nûneran ya
Îraqê taybet bi hilbijartina serokkomar bihata encamdan lê rûniştin hat paşdaxistin.
Nivîsgeha Ragihandina Serokê Civata Nûnerên Îraqê Heybet Helbûsî ragihand
ku, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat ya Kurdistanê
(PDK), ku her du jî namzetên wan ji bo vê postê hene, daxwazek
pêşkêşî serokatiya civatê kirine rûniştina îro were paşdaxistin daku zêdetir
dem ji bo têgihîştinê di navbera her du aliyan de hebe.
Li gorî destûrê, roja Yekşemê 1ê Sibata 2026an roja dawî ya hilbijartina
serokkomar ji aliyê Parlemana Îraqê ve ye.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li gorî rêkeftinê,û kevneşopiyên
siyasî vê helwestê wekî berê bi mafê dibînin û ji bo wê yekê jî,Nîzar Amêdî
wekî yekane namzedê fermî ji bo posta serokkomariyê hatiye destnîşan kirin.
Ji dema hilweşîna rêjîma berê ya Îraqê ve, ev post li gorî rêkeftin û
kevneşopiyên siyasî ew post wekî pişkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
hatiye destnîşankirin, di dema borî de jî, Rewanşad, Serok Mam Celal,Dr.
Fuad Mesûm,Dr. Berhem Ehmed Salih û Dr. Letîf Reşîd li ser pişkê Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ev post wergirtine, ji bo vê xulê jî Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nîzar Amêdî wek yekane namzed ji bo vê postê
destnîşan kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

