Komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Demkî ve agirbestê binpê dikin
Kurdistan 12:34 PM - 2026-01-21
Ajans
Rojava
Komên çekdar ên Hikûmeta Demkî li Sûriyeyê, agirbesta ku duh
hatibû ragihandin 4 caran binpê kirin, girtîgeha Al-Eqtan a li Reqayê, bajarê
Zirganê û gundê Til Barûd ê li gundewarê Hesekê kirin armanc.
Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî li Sûriyeyê, agirbestek
ji bo 4 rojan ragihand ku ji demjimêr 8:00 şevê duh ve dest pê kir. Paşê Hêzên
Sûriyeya Demokratîk (HSD) pabendbûna xwe bi agirbestê ragihand û tekez kir ku
heta êrîş li ser hêzên wan neyê kirin, ew dest bi tu çalakiyên leşkerî nakin.
Lê belê, agirbest di demjimêrên xwe yên pêşîn de rastî 4
binpêkirinan hat, komên Hikûmeta Demkî li Sûriyeyê zincîre êrîş birin ser
deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Tenê piştî bîst deqeyan ji destpêkirina agirbestê, di
demjimêr 20:20’an de girtîgeha Al-Eqtan a li Reqayê ku terorîstên DAIŞ’ê tê de
ne, bi pênc êrîşên firokeyên bêmirov hat armancgirtin. Li gorî daxuyaniya
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê, di encamê de şervanek birîndar bû.
Her wiha bajarê Zirganê yê li kantona Cizîrê, di 21:11’an de
rastî topbarana giran hat û di heman demê de dron di asmanê bajêr de digeriyan.
Til Barûd a li başûrê Hesekê jî bi çekên giran êrîş bi ser hat kirin.
Di derenga şevê de, komên Hikûmeta Demkî li derdora bajarê
Sirîn ê li başûrê Kobanê bi armanca berfirehbûnê tevgeriyan, lê derbên giran
xwarin û neçar man ku vekişin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

