Mezlûm Ebdî: Em ji bo rawestandina xwînrijandinê vekişiyan, û serkeftin wê ya me be
Kurdistan 10:26 AM - 2026-01-19
PUKMEDIA
Mezlûm Ebdî fermandarê HSD
Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand
ku şer li ser wan hat ferzkirin, û destnîşan kir ku wan biryara vekişîna ji
Dêrezor û Reqayê daye da ku qada şer fireh nebe û xwîn zêdetir neyê rijandin.
Fermandarê HSD’ê Mazlûm Ebdî, di daxuyaniyeke televîzyonî de
derengiya şeva borî Yekşemê (18/1/2026) got: Ev şer li ser me hat ferzkirin her
çend me xwestibû êrîşan bidin sekinandin. Bal kişand ser wê yekê ku di vê şerî
de hejmarek şervanên hêzên leşkerî û ewlehiyê şehîd bûn û xelkê sivîl jî hatin
koçberkirin.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku beriya ku îro Duşemê biçe Şamê, wî
xwestiye hin xalên girîng eşkere bike. Wî got ku ew ê li ser berxwedan û
têkoşîna xwe berdewam bin, hêz û baweriya wan bi serkeftinê heye, û dê her
tiştî ji bo serkeftinê bikin.
Ebdî tekez kir ku wan çi ji destê wan derdiket kirin ku ev
şer çênebe, lê belê hin aliyan berê biryara vî şerî dabûn.
Got jî: Destkeftiyên gelê me dê bên parastin. Wî anî ziman
ku ji bo rawestandina rijandina xwînê, wan biryar da ku ji Reqa û Dêrezorê
vekişin û li Hesekê ji nû ve bi cih bibin.
Her wiha Ebdî eşkere kir ku piştî ji Şamê vegerin, ew ê
naveroka peymanê bi berfirehî ji raya giştî re ragihînin.
Ji aliyê din ve, ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA)
êvara duh ragihand ku di navbera Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de
peymanek ji bo agirbestê û tevlîbûna tam a HSD'ê di nav artêşê de hatiye
îmzekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

