Dema ku dîrok bi dengê "Leyla" stranan dibêje

Kurdistan 12:14 PM - 2026-01-14
Leylaya Heleb û Leylaya Xaneqînê PUKMEDIA

Leylaya Heleb û Leylaya Xaneqînê

Di navbera Xaneqîn û Şêx Meqsûda Helebê de telegrafeke sor heye ku di nav damarên "Nîştiman" re derbas dibe. Du keç, du baz, du navên wek hev, her wekî gava Xwedê xwestibe wateya "Kurd" binivîse, du caran pîta (L) ji ruhê azadiyê girtibe!

Leylaya Xaneqînê, dema ku kindira sêdarê wekî gerden xist stuyê xwe, berî ku kursî ji bin lingên wê were avêtin bû ewreke baranê û li seranserî Kurdistanê bariya. Wê ji celadên xwe re got: "Hûn tenê bedenekê dixinkînin, lê ez ê bibim 'nav' û di pêşerojê de li her bajarekî vê nîştimanê keçek dê ji dayik bibe û navê min li xwe bike.
Vana dîrok wekî neynikekê xwe nîşanî "îro" dide! Li kolanên tî yên Şêx Meqsûdê, Leylayeke din, ji heman rengî û ji heman tîrêjê, bû mertalê bajêr. Ger Leylaya yekem bi "sêdarê" çû asiman, ev Leylaya "Rojava" bi "fîşek" û "xwînê" bû erd. Wê nehişt ku mij û dûmana dagirkeran pencerên malên me tarî bike.
Ey keçên rojê! We nîşanî me da ku nîştiman ne tenê ax e, nîştiman ew "rûmet" e ya ku di çavên we de dibiriqe. Dema ku dijmin we dizanî ku Kurd bi dawî bûne, hûn li Xaneqînê bûn "bûk" û li Helebê bûn "piling", da ku dîrok fêm bike: Heya ku li vir "Leyla" hebin, keleha vê miletî bi ti bahozê naheze!
Niha... Xaneqîn ji bo Helebê digrî û Heleb ji bo Xaneqînê dikene, ji ber ku her du jî dizanin xwîna "Leyla" xwedî yek rengî ye: Rengê sor ê azadiyê.

Şêrko Mîrweys

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket