Dr. Biryar Reşîd: Gera sêyemîn a hilbijartina cîgirê duyemîn ê serokê parlementoyê dest pê kir
Îraq 04:56 PM - 2025-12-30
PUKMEDIA
Encumena Nûneran
Derî ji bo posta cîgirê duyemîn ê
serokê parlementoya Îraqê hatiye vekirin û Şaxawan Abdulah ji namzediya xwe vekşiya.
Niha Rêbwar Kerîm û Ferhad Atroşî ji bo vê postê namzed in.
Dr.Biryar Reşîd endamê parlementoya Îraqê, ji malpera fermî
ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re got: Kêmek pêş niha bi giştiya
dengên endamên encûmenê biryar hate dayîn ku careke din deriya xwenamzedkirin
bi postê cîgirê duyem yê serokê encûmena nûneran were vekirin, Şaxawan Abdulah
ji namzetiya xwe vekişandiye û li şûna wî Ferhad Emîn Selîm, ku bi navê Ferhad
Atroşî jî tê nasîn, hatiye hilbijartin. Ji niha ve Dr.Rêbwar Kerîm û Ferhad
Atroşî namzetên vê postê ne.
Wî zêde kir ku ji bo diyarkirina postê
dengdana veşartî dest pê kiriye, di heman demê de rêziknameyên prosedurê ji bo
guhertina namzedên ji bo wê postê hatine sererastkirin.
Ji aliyê xwe ve, Herêm Kemal Axa,
endamê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê got: Wekî fireksiyona YNK,
em ê dengê xwe bidin namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê
Parlamentoya Îraqê duh roja
Duşemê bi serokatiya endamê herî pîr, parlamenter Amêr el-Fayiz, bi amadebûna
309 parlamenteran, rûniştina xwe ya yekem a xula şeşemîn a hilbijartinê birêve
bir. Heybat el-Helbûsî wekî Serokê Meclîsê û Adnan Fayhan wekî Cîgirê Yekem ê
Serokê Meclîsê hatin hilbijartin.
Di du gerên dengdanê de ji bo
posta Cîgirê Duyemîn ê Serokê Meclîsê, ne namzed Rêbwar Kerîm û ne jî Şaxwan
Abdulah piraniya dengan bidest bixin. Ji ber vê yekê, Serokê wekalet rûniştin
ji bo îro paşxist.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

