Salvegera bidarvekirina Sedam.. Girtina rûpela xwînê di dîroka Îraqê de
Îraq 02:16 PM - 2025-12-30
PUKMEDIA
Sedam Husên
Îro Sêşemê 30/12/2025, 19 sal bi ser bidarvekirina diktator Sedam Husên re derbas dibe, wek îro di sala 2006ê de ceza wergirt, piştî ku Dadgeha Tawanan a Îraqê bi beşdarbûna di dosya navdar a Duceyl de tawanbar kir.
Cezayê bidarvekirinê li dijî Seddam Husên sibeha roja şemiyê 30/12/2006 li Îraqê hat kirin, piştî ku ew bi tawanên li dijî mirovatiyê hat ceza kirin.
Sedam bi porê gemarî di 13ê Kanûna Pêşîn 2003an de li bajarekî nêzîkî Tikrîtê ji kurtekê derxistin, hat girtin.
Sedam Husênê , ji sala 1979an heta 9ê Nîsana 2003an çaremîn Komara Îraqê bû û di navbera sala 1975an heta 1979an cîgirê serokê komarê bû.
Dîktator Sedam Husên li Îraqê hat ser desthilatê û di sala 1979an de bû serokomarê Êraqê piştî ku wî kampînek ji bo jinavbirina dijber û hevrikên xwe yên di nav Partiya Beis de da destpêkirin, di 1980 heta 8 Tebax 1988 li gel Îranê di şer de bû.
Beriya ku duyemîn salvegera bidawîhatina şerê bi Îranê re derbas bibe, di 2ê Tebaxa 1990an de Kuwêt dagir kir, ku di sala 1991ê de bû sedema destpêkirina şerê duyemîn ê Kendavê.
Sedam jî bi tawanên xwe yên li dijî gelê Kurdistanê dihat naskirin, di nav wan de qirkirina zêdetirî 4500 gundên kurdan yên aram, enfalên hovane yên ku di navbera salên 1987-1988 de bi qonax pêk hatin û êrîşa wî ya li ser bajarê Helebce bi kîmyabarana qedexekirî ya navdewletî, bi hezaran tawanên din li dijî Kurd, Şîe û gelênÊraqê bi giştî.
Dadgeha Cezayê ya bi serokatiya Dadwer Reûf Reşîd Ebdulrehman, biryara xwe ya bi darvekirina Seddam Husên derxist ku were bidarvekirin di sibeha cejna Qurbanê de 30 Kanûna yekem 2006.
Zalim Sedam Huseyn di 28ê Nîsana 1937an de ji dayik bû û di 30ê Kanûna yekem 2006an de di 69 saliya xwe de hat bidarvekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

