Parêzgarê Helebceyê beşdarî lûtkeya bajarên herî bihêz ên cîhanê dibe
Kurdistan 08:19 PM - 2025-12-18
PUKMEDIA
Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih
Parêzgarê Helebceyê, di dema beşdarbûna xwe ya di lûtkeya bajarên herî bihêz ên
cîhanê de li Toronto, Kanada, got: Beşdarbûna me di boneyên navndewletî yên bi
vî rengî de gaveke girîng e ji bo bêtir pêşxistina Helebceyê li ser asta cîhanî
û vekirina deriyên nû ji bo xebata hevbeş.
Parêzgara Helebçeyê Nuxşe Nasih li ser rûpela xwe ya
Facebookê ragihand ku ew ê wekî parêzgar û nûnera Helebceyê di lûtkeya bajarên
herî bihêz ên cîhanê de li Toronto, Kenedayê beşdar bibe, û ragihand: Ev Lûtkeya
ku her sal hejmareke girîng ji parêzgar û şaredaran ji tevahiya cîhanê lihev
dihewîne, platformek girîng e ji bo danûstandina ezmûnan û gotûbêjkirina awayên
çêtirîn ên birêvebirina bajaran.
Di çarçoveya lûtkeyê de, me beşdarî çend civîn û panelan bû,
ku me tê de li ser ezmûna taybetî ya parêzgeha Helebceyê, wekî parêzgehek ku ji
karesatê rizgar bû û hatiye ser pê û niha di çi qonaxê de ye û pêwîstiyên wê
çine axifîn.
Li kêleka lûtkeyê, me çend civînên girîng li dar xistin û bi
nûnerên çend bajarên mezin û bihêz ên cîhanê re têkilî û hevrêziyek baş danîn,
bi armanca ku em ji ezmûnên serketî yên hevdu sûd werbigirin.
Amaje bi wê jî kir ku: Beşdarbûna me di çalakiyên
navneteweyî yên bi vî rengî de gaveke girîng e ji bo bêtir nasandina Helebceyê
bi cîhanê re û vekirina deriyên nû ji bo xebat û pêşkeftina hevbeş.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

