Hûrguliyên operasyona komando li Rojavayê Kerkûkê
Kurdistan 10:41 PM - 2025-12-06
Ragihandina Hêzên Komando
Logoya hêzên Komando
Fermandariya Hêzên Komando yên Kurdistanê ragihand
ku Hêzên Komando yên Kurdistanê li sînorê rojavayê Kerkûkê operasyoneke hevbeş
pêk anîn û hejmarek ji stargeh û bermahiyên terorîstan dîtin kirin û çend
kîlometre sînor bi temamî hate lêgerîn.
Di daxuyaniyekê de ku ji PUKMEDIA re hatiye şandin,
wiha hatiye ravekirin: Îro, Şemî, 6ê Kanûna Pêşîn ya sala 2025an demjimêr
04:00ê danê sibehê, fermandariya Hêzên Komando yên Kurdistanê li ser bingeha
berhevkirina zanyariyan û bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê
û Fewca Dijî Terorê ya Kerkûkê û Hêzên Hevpeymanan, bi hevrêziya balafir û
hêzên hevpeymaniyê, li gundê (Twîle) yê girêdayî navçeya Dubizê li rojavayê
Kerkûkê operasyoneke hevbeş hate lidarxistin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku, di dema borî de tevgera
terorîstan li derveyî gundê Twîle hatiye tespîtkirin, her wiha
wan çend cih li ser sînor wekî baregeh û veşartgeh bi kar anîn, ji ber vê yekê
di operasyonê de ev hemû cih hatin wêrankirin û hejmarek bombe jî hatin pûç
kirin.
Her weha aşkere kir ku xortên Komando yên
Kurdistanê, digel Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşê û Fewca Dijî Terorê
ya Kerkûk ya Îraqê, ji çend aliyan ve sînor lêkolîn kirin û herêm ji terorîstan
paqij kirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku fermandarê
Fermandariya Hêzên Komando yên Kurdistanê daxwaz ji kurên komando kir ku
berdewam bin li ser vê cûrê operasyonên bi vî rengî ji bo bidawîkirina baregeh
û veşartgehên terorîstên DAIŞê û yên wekî wan li herêmê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

