Amerîka mezintirîn konsulxaneya xwe li herêmê vekir
Kurdistan 04:56 PM - 2025-12-03
PUKMEDIA
Amerîka mezintirîn konsulxaneya xwe li herêmê vekiriye
Îro, Sêşem danê êvarê rêkefta (03-12-2025) an, bi amadebûna Cîgirê
Serokwezîr Qubad Talebanî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Michael Rigas û
hejmareke mezin ji berpirsên hikûmet û partiyan avahiya nû ya Konsulxaneya
Giştî ya Amerîka li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê, vekirin.
Derbarê vekirina konsulxaneyê, Cîgirê Serokwezîrê Herêma
Kurdistanê Qubad Talaebanî bi Michael Rigas re civiya, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka, dema ku vekirina mezintirîn
konsulxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê pîroz kir, û ragihand ku vekirina vê
konsulxaneyê bûyerek girîng e û nîşan dide ku peywendiyên di navbera Amerîka û
Herêma Kurdistanê de xurt û girîng in.
Hevdem Herdu alî li hev kirin ku ji bo xurtkirina peywendiyên
di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de zêdetir kar bikin û di vê çarçoveyê
de Qubad Talebanî ragihand ku,deriyên hemû bajar û herêmên Kurdistanê ji bo Amerîka
vekirî ne daku peywedndiyên di hemû waran de, bi taybetî di warên ewlehî,
aborî, bazirganî û çandî de, xurt bikin.
Kevirê bingehîn ê avahiya nû, ku mezintirîn konsulxaneya
Amerîkî li cîhanê ye, roja 6ê Tîrmeha 2018an ji aliyê Serokwezîrê wê demê
Nêçîrvan Barzani û Balyozê wê demê yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Douglas
Sullivan ve hate danîn ku têçûna wê 796.1
milyon dolar bû û biryar e karmend ji heft wezaret û ajansên Amerîkî têde kar
bikin.
Li gorî malpera
Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 40 welatan li
Ewropa, Amerîka, Asya, Rojhilata Navîn û Afrîkakonsulxane û ofîsên nûnertiyê
hene bi awayekî ku Ji wê hejmarê, 32 konsulxane û heşt ofîs in, û 38 jî welatên
endamê Neteweyên Yekbûyî ne, hevdem Komara Îslamî ya Îranê tekane welat e ku du konsulxaneyên wê li Herêma
Kurdistanê hene ku ji sala 2007an vir ve, li Hewlêrê û Silêmaniyê konsulxane
vekiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

