Cemîl Rencber.. Stêrkek geş yê helbest û şoreşê
Kurdistan 10:55 AM - 2025-11-18
PUKMEDIA
Şehîd Cemîl Rencber
Helbestvan û Pêşmerge Cemîl Rencber, 45 sal berê di roja 18ê
Mijdara 1980 an de, li nêzîkî gundê Pîrane Reş ya Pişdereyê, Çiyayê Kêwereş,
şehîd bû.
Jiyannameya Cemîl Rencber:
Cemîl Rencber helbestvanekî Kurd yê wêrek û şoreşger bû ku
tevahiya jiyana xwe ji bo xizmetkirina gel û welatê xwe terxan kir û cara
dawî jî di sengerê berevaniya welat di qada şerê parastina welêt de ji aliyê Helîkopterên
Beis de hat şehîdkirin.
Cemîl Salih Ezîz ku bi navê Cemîl Rencber jî naskirî ye, di
sala 1947 an de li gundê Gomegru ya bajarokê Quştepe ji dayîk bûye.
Di sala 1957 an de ew bi malbata xwe re koçî Hewlêrê bûye.
Rencber qonaxên xwendina xwe temam kir û bû bi mamosta di nîvê salên 1960an de beşdarî jiyana
siyasî bû, destpêkê beşdarî xebata Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bû û piştre
tevlî Partiya Demokrat a
Kurdistanê (PDK) bû û di sala 1974an de bû Pêşmerge.
Ji destpêka damezrandina Komeleya Rencderan ya kurdistanê
peywendî digel wê rêxistinê kir û ji ber xebatên xwe yên siyasî
gelek zehmetiyan kişand û ew çend caran ji aliyê dezgehên
ewlehiyê ya rejîma Beis ve hat girtin û di dawiyê de di sala 1979 an de bi lêborînek
e giştî hat azadkirin, û di heman salê de ew tevlî hêzên Pêşmergên Kurdistanê
bû û yek ji kadroyên herî pêşketî, hişmend û çalak bû û berpirsê rêxistinên
herêma Hewlêrê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû.
Ji bilî xebata xwe ya siyasî û Pêşmerge, Rencber ji destpêka
salên 1960 an vir ve bi wêje û helbestê re eleqedar bûye piraniya helbestên Rencber dikevin xaneya
wêjeya parastinê, ku wî ji zîndana Ebû Xerîb û çiyayên Kurdistanê nivîsandiye
daku axê biparêze û xebata siyasî û Pêşmerge handan bike.
Di sala 1968an de, Rencber pirtûka xwe ya yekem ya helbestan,
bi navê (Raz o Sikala), weşand.
Piştî şehadeta wî jî, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê di sala
1981an de li çiyayan pirtûkek bi navê (Çemê Xwînavî) weşand.
Piştî serhildanê, malbata wî hemû helbestên wî di du cildan
de çap kirin û mamosta Cewher Kurmancî çapa duyem jî weşand.
Silav û rêz û dilsozî ji bo giyanê mamosta, Pêşmerge û
helbestvanê şehîd be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

