Namzedên neserkeftî yên yekîtî pîrozbahiyê dikin û yên Partî jî xwepêşandan dikin
Kurdistan 10:30 AM - 2025-11-13
PUKMEDIA
Logoyên PDK û YNK
Di dîmenên dawî yên piştî ragihandina encamên destpêkê yên
hilbijartinan û encamên dawî yên namzedan de, namzedên neserkeftî yên Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê bo enc[mena n[neran bi rêya rûpelên xwe yên li ser
torên civakî, ew serkeftina lîsteyên xwe û namzedên heval pîroz dikin, di demekê
de ku namzedên neserkeftî yên Partiya Demokrata Kurdistanê li Badînanê bi
xwepêşandan, nerazîbûn û astengkirina alîgirên xwe bersiva PDK û dezgehên
hilbijartinê didin, ew ji encaman guman dikin.
Dr.Hêriş Resul, Dr. Bêstun Saburawayî, Dr. Şerîf Şahîd
Rehîm, Dr. Narmîn Mairûf, Awdêr Mamoste Ezîz û hejmarek namzedên din ên
neserkeftî yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê pîrozbahî li namzedên serkeftî
dikin, her weha li alîgir û tevahiya xelkê Kurdistanê kirin ku ew ê li her
deverê ku lê bin bi heman coşê bixebitin û xizmetê bikin.
Di bersivê de, piştî ragihandina encamên destpêkê yên
hilbijartinan û encamên dawî yên namzedan,Hejmarek eşîrên li herêma Badînanê,
ku di lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ji bo hilbijartinên
parlementoya Îraqê namzedên wan hebûn, li dijî neserketina namzedên xwe
xwepêşandanek li dar xistin û çend rêyên li ser sînoran girtin.
Li gorî wan, namzedên wan dengên pêwîst bi dest
xistine, lê PDKê wan bi namzedên neserkeftî nîşan daye.
Eşîra Goran, ku piştgirîya namzedê jimare 13 ê Partiya Demokrat
a Kurdistanê kirin, ji ber neserkeftina namzedê xwe rêya di navbera navçeya
Berdereş û navçeya Roviyayanê de girtin.
Di heman demê de, hejmareke mezin ji endamên eşîra Silêvane
rêya di navbera Zaxo û Duhokê de girtin û gotin ku PDK xiyanet li eşîra wan
kiriye û namzedê wan ê bi navê Dr. Şerzad Zekeriya Silêvanî bi ser ketiye, lê PDK
namzedekî neserketî li şûna wî danî ye.
Eşîra Mosareşa ya li herêma Zaxoyê, mîna eşîrên Silêvanî û
Goran, dest bi nerazîbûnê li dijî encamên hilbijartinê kirin ku ew bawer dikin
namzedê wan xiyanet lê hatiye kirin, ji bo vê armancê wan rêya sereke ya
Îbrahîm Xelîl girtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

