92 sal li ser jidayîkbûna Serok Mam Celal derbas dibin
Kurdistan 06:15 PM - 2025-11-12
PUKMEDIA
Serok Mam Celal
Îro, 12ê Mijdara 2025an, 92 sal di ser jidayikbûna Serok Mam
Celal, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serok Komarê
Îraqê û kesayetiya navdar ya Herêma Kurdistan û Îraq û Cîhanê re derbas dibe.
Kurteya jiyannameya Serok Mam Celal
-Navê wî yê tevahî Celal Husamedîn Nurulah Nûrî ye.
- Roja 12ê Mijdara 1933an de li gundê Kelkan li quntara
çiyayê Kusret ser bi bajarê Koyê ji dayîk bûye.
-Di sala 1946an de, wî bi çend hevalên xwe re komeleyeke
perwerdehiyê ya veşartî bi navê Komeleya Pêşvebirina Xwendinê damezrand.
- Di sala 1947an
de ew bû endamê Partiya Demokrat ya Kurd.
- Di sala 1948an
de, di hilbijartina giştî ya xwendekaran de ew wekî nûnerê xwendekaran yê Koyê
hate hilbijartin.
- Di sala 1949an de, Talebanî di hilbijartinê de bi ser ket û
bû endamê Komîteya Herêma Koyê.
- Di Sibata
1951an de,di kongreya duyemîn de ew wekî endamê komîteya navendî ya Partiya
Demokrat a Kurd (KDP) hate hilbijartin.
-Di sala 1952an de ew ket Koleja Hiqûqê li Bexdayê.
-Di sala 1954an de, ew wekî endamê Mekteba Siyasî hat
hilbijartin.
-Di sala 1955an de, ew çû derveyî Îraqê û beşdarî Festîvala
Ciwan û Xwendekarên Cîhanê li Varşovayê bû.
-Di sala 1956an de, ji ber karê siyasî, ew neçar ma ku dev ji
pola çaremîn ya hiqûqê berde.
- Di roja yekem ya
serkeftina Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an, wî li Silêmaniyê xwepêşandanek girseyî li
dar xist.
-Di sala 1959an de, ew ji nû ve wekî endamê Komîteya Navendî
û Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) hate hilbijartin û di heman demê de ew efserê yedek yê
ketîbeya çarem ya Tankan bû.
- Di sala 1960an
de, ew berpirsê liqê Silêmaniyê û endamê Mekteba Siyasî bû.
-Di sala 1961an de, ew bû sernivîserê rojnameya Kurdistanê.
- Di Îlona 1961an
de, dema ku Şoreşa Kurdistanê dest pê kir, ew berpirsê herêma Silêmaniyê bû.
-Di sala 1967an de, ew beşdarî Konferansa Beşdariya Sosyalîstên
Erebî li Cezayîrê bû.
- Di sala 1970an de, di yekbûna her du baskên Partiya
Demokrat a Kurdistanê (KDP) de roleke bi bandor list ku pêştir bibûn du beş ku
nakokiyên tund û xwînavî di navbera wan de hebûn.
- Di 1ê Hezîrana 1975an de, wî bi komek hevalên xwe re li Şamê
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) damezrand û bû sekreterê giştî yê YNKê.
- Piştî
rizgarkirina Îraqê, ew wekî endamê civata rêveber hate hilbijartin û di Mijdara
2003an de bû serokê wê.
- Di 6ê Nîsana
2005an de, ew bû yekem serokê hilbijartî yê Îraqê.
- Di Tîrmeha 2008an de, ew di Kongreya 23yemîn ya Rêxistina Enternasyonala
Sosyalîst de wekî Cîgirê Serokê wê hate hilbijartin.
-Di sala 2010an de,
ji aliyê Civata Nûneran ya Îraqê ve ji bo cara duyemîn ji bo serok komariya
Îraqê hate hilbijartin.
- Di 3ê Cotmeha
2017an de li Almanya koça dawî kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

