Komîsyonê rêjeya dengdana giştî û taybet ragihand
Kurdistan 10:33 AM - 2025-11-12
PUKMEDIA
Proseya ciyakirina dengdanê
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê duh Sêşemê
ragihand ku rêjeya beşdarbûna dengdêran di dengdana giştî û taybet a
hilbijartinên parlementoya Îraqê de ji 55% derbas bûye, û piştrast dike ku
hejmara giştî ya beşdaran di herdu dengdanan de gihîştiye 12,003,143 dengdêran.
Di daxuyaniyekê de ku ji hêla PUKMEDIA ve hatî wergirtin,
Komîsyonê got, Piştî wergirtina encamên ji 99.7% navendên dengdanê yên
hilbijartinên parlementoya Îraqê yên 2025an, em piştrast dikin ku hejmara
dengdêran di dengdana giştî de ji 20,063,773 dengdêrên qeydkirî gihîştiye
10,898,327, bi vî rengî rêjeya beşdarbûna dengdêran ji 54% zêdetir e.
Wê zêde kir ku kejmara dengdêran di dengdana taybet a ku di
9ê Mijdara 2025an de pêk hat de ji 1,313,980 dengdêrên qeydkirî gihîştiye
1,084,289, ku rêjeya beşdarbûna dengdêran li seranserê hemî navendên dengdana
taybet 82.5% ye.
Hejmara dengdêran di dengdana koçberên navxweyî de gihîşt
20,527 ji 26,538 dengdêrên qeydkirî, ku beşdarbûna dengdêran li seranserê hemû
navendên dengdana ji %77 temsîl dike.
Komîsyonê piştrast kir ku "hejmara giştî ya dengdêran
di rojên dengdana giştî û taybet de gihîşt nêzîkî 12,003,143 ji 21,404,291
dengdêrên qeydkirî, ku di encamê de beşdarbûna dengdêran ji %55 derbas bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

