Serokkomar: Beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de tekane rêya serrastkirina şaştiyane
Îraq 10:13 PM - 2025-11-10
PUKMEDIA
serokkomarê Îraqê
Serok Dr. Ebduletîf Cemal Reşîd îro Duşem 10/11/2025an, bi
boneya hilbijartinên xola şeşemîn ên parlemanî axaftinek arastey milet kir.
Di axaftina xwe de, Serok got: Îro em li ber deriyê qonaxek
nû û girîng di rêwîtiya me ya ber bi avakirina aştî, aramî û pêşketinê li
welatê xwe de ne. Bi rêya van hilbijartinên parlemanî em pabendbûna xwe ya bi
jiyana siyasî ya destûrî û demokratîk û veguhestina aştiyane ya desthilatdariyê
re ji nû ve piştrast dikin.
Serok amaje bi wê jî kir ku beşdarbûna berfireh û çalak di
hilbijartinan de tenê rêya me ye ji bo rastkirina şaştiyan, çareserkirina
kêmasiyan, pêşxistina pergala me ya siyasî û pêşîgirtina li dîktatorî û
yekdestdarkirina desthilatdariyê. Wî tekez kir ku beşdariya bilind a dengdêran,
rêzgirtina ji encamên hilbijartinê re û pabendbûna bi pêvajoya destûrî ya
demokrasiyê re delîlên herî xurt ên xwesteka gelê me ya parastina jiyana
hevbeş, aştî û azadiyê ne. Wî piştrast kir ku Serokatiyê ji bo piştgiriya hemî
aliyên ku di pêvajoya hilbijartinê de beşdar in xebitiye û ji bo misogerkirina keşûhewayeke
pêşbaziyê ya dadperwer û zelal pabend bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

