Bangek ji bo dengdêrê birêz: Lîsteya 222 hêza we li Kurdistan û Bexdadê ye
Kurdistan 02:53 PM - 2025-11-07
PUKMEDIA
Lîsteya 222
Navenda kampîna hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir ku
parçekirina dengan li derveyî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û avakirina
komên opozisyon yên sexte û girêdayî wê dê PDKê xurt bike.
Di daxuyaniyekê de, navendê destnîşan kir ku PDK siyasetek
cudakariyê di navbera navçe û welatiyan de dimeşîne, û ji dengdêran xwest ku ji
bo parastina hevsengiya di rêveberiyê de piştgiriya lîsteya jimare 222 ya YNK-ê
bikin.
Daxuyanî wiha ye:
Silav û spas ji we re dengdêrê hêja... Dengdan ji bo me
hemûyan berpirsiyariyek mezin e, ji ber vê yekê ez ji we dixwazim ku hûn heta
dawiyê bi me re bin, ji bîr mekin ku lîsteya 222 lîsteya Mam Celal û xwîna
şehîdan e. Dema ku hûn diçin ser sindoqan ji bîr mekin ku parçekirina dengan li
derveyî ODK û avakirina komên opozisyon yên sexte û girêdayî wê PDK xurt dike.
Ev yek wê ber bi yekdestdariya desthilatdariyê ve biriye û rê nade tu kesî li
derveyî refên wê dengek jî bide. Ew siyasetek cudakariyê di navbera welatiyan,
gundan, herêman û bajaran de dimeşîne. Eger tu ne girêdayî PDK bî, tu dê wekî
welatiyekî dereceya duyemîn vêre danûstandin tê kirin. Ma tu vê yekê rast
dibînî?
Niha derfet hatiye. Serok Bafil Celal Talebanî rêberiya
partiyekê dike ku di peyam, nerîn û arasteyê xwe de yekgirtî ye, partiyek ku
baweriya xwe bi wekheviyê û peydakirina xizmetguzariyê ji bo hemûyan tîne. Wî
gavên girîng avêtine da ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê vejîne, ji ber wê
dengên xwe medin aliyekê ku nikare tiştekê ji we re bike, piştevaniya lîsteya
222 bikin ji berk u ew hêza we ye li Bexdadê ye.
Tiştek heye ku divê hûn fêm bikin: hêzên cûrbecûr ên ku di
salên dawî de li ser qada siyasî ya Kurd bi nav û cilên cûda derketine holê,
îspat kirine ku ji bilî têkbirina hevsengiya di navbera YNK û PDK de tiştek
nekirine.
Em ji we rica dikin ku hûn nehêlin dijberên we dengê we ji
bo berjewendiya xwe ya kesane bikar bînin. Malbata xwe teşwîq bikin ku di 11ê
Mijdara 2025an de deng bidin lîsteya YNK, hejmar 222.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

