Kerkûk: Perde ji ser peykerê Mam Celal hate rakirin
Kurdistan 07:53 PM - 2025-11-05
PUKMEDIA
Kerkûk
Îro Çarşemê danê êvarê, li bajarê Kerkûk merasîmeke fermî ya
mezin hate lidarxistin da ku perde ji ser peykerê serokê rihmetî Celal Talebanî
(Mam Celal) li Parka Derwaze, ku li ser rêya Kerkûk-Silêmanîyê ye, di nav
kombûneke mezin a fermî û giştî de were vekirin.
Di nav beşdarvanan de Aso Mamend serpereştê rêxistinên
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Kerkûk-Selaheddîn û Rêbwar Taha Parêzgarê
Kerkûk, Mihemed Sabîr serokê saziya Mam Celal, Xanima Yekem Şanaz Îbrahîm Ehmed
û hejmarek endamên Parlamentoya Îraqê, serkirdeyên YNK û kesayetên siyasî,
çandî û civakî yên navdar hebûn.
Di merasîmê de, di gelek axaftinan de rola neteweyî û pêşeng
a serokê rihmetî Celal Talebanî di damezrandina prensîbên biratî û jiyana
aştiyane di navbera civakên cûda yên Îraqê de, hewldanên wî yên girîng di
avakirina pêvajoya siyasî de piştî 2003an, û helwestên wî yên dîrokî di
parastina mafên gelê Kurd û Îraqê de bi giştî, hat tekez kirin. Axaftvanan her
wiha serbilindiya xwe ya ji bo bîranîna Mam Celal bi rêya vê peykerê anîn
ziman, ku kesayetiya wî ya sembolîk û pêgeha wî di dilê gelê Kerkûk, Kurdistan
û Îraqê de temsîl dike.
Peyker şeş metre bilind e û pênc meh berdewam peykersaz
Saman Ebûbekir têde xebitiye, ku bi bi şêwazek hunerî rûyê Mam Celal xêz kiriye
ku statuya wî wekî rêberek dîrokî yê Kurdên Îraqê nîşan dide.
Amadebûyan spasiya xwe ji bo vê destpêşxeriyê anîn ziman, ku
mîrata rêberek bêhempa tîne bîra mirov ku şopa xwe li ser rêça dîroka siyasî ya
Îraqê ya nûjen hiştiye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

