Serok Bafil: Lîsteya 281 garantiya jiyana hevbeş, avakirin û ji nû ve avakirinê ye
Kurdistan 04:25 PM - 2025-11-03
PUKMEDIA
Serok Bafil Celal Talebanî
Serok Bafil Celal Talebanî serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê spasiya
xelkê Mûsilê kir ji bo sebir û berxwedana wan a li hember hemû dijwarî û aloziyên
ku parêzgeh kişandiye. Wî baweriya wan a bêdawî bi YNK bilind nirxand û tekez
kir ku ew serê xwe bilind in û moralê wan xurt e. Wî Nînewa wekî dîwarekî xurt
bi nav kir ku hemû komployên terorîstên DAIŞ û El Qaîdeyê nekarîne bişkînin.
Di gotarekê de ku roja Duşemê di dema beşdarbûna xwe di kernevala
giştî ya ji bo danasîna namzedên lîsteya Hevpeymaniya Yekîtiya xelkê Nînewa
(jimara 281) de hat lidarxistin, Serok Bafil got ku Nînewa ne bi din kontrola tik
es an jî aliyeke derve de bû lê belê
hêza xwe ji xelkê Mûsilê digire. Wî tekez kir ku divê xelkê Mûsilê di avakirina
Îraqeke nû de hevkarên sereke bin.
Serok Bafil Celal Talebanî destnîşan kir ku YNK nûnerê
rastîn ê hemû pêkhateyên li parêzgehê ye û got, "Em wek yekîtî partiya
Serok Mam Celal dizanin ku pirrengî çavkaniya hêzê ye ji bo Nînewa û ne tiştek
e ku gelê wê qels bike." Wekî ku Serok Mam Celal tekez dikir û siyaseta çepke
gulê vedigot, digot ku gurzegul çiqas mezin be, ewqas xweşiktir e, û bê aramiya
Mûsilê aramiya Îraqê temam nabe.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo hêzên ewlehiyê di
dabînkirina ewlehî û aramiya li Mûsilê de dubare kir û aşkire kir, Em piştgir û
alîkar in ji bo hemî êl û her welatiyekî ku ji bo misogerkirina serweriya Mûsil
û ewlehiya xelkê wê û ji bo aramiya wê dixebitin.
Serok Bafil Talebanî destnîşan kir ku YNK ji bo vegera bi
rûmet a xwişk û birayên me yên Êzidî bo malên xwe yên ku ji wan hatine
koçberkirin û ji bo vegera hemî koçberan bo deverên xwe yên resen bi parastina
rûmeta xwe têdikoşe.Got jî: Ez dizanim ku Mûsil rastî paşguhkirineke mezin
hatiye û li gor pêwîst xizmet jêre ne hatiye kirin. Pêdivî bi xizmetên zêdetir
heye û dem hatiye ku Mûsil bêyî cudahî para xwe ya mafdar ji xizmetê werbigire.
Divê pêvajoya ji nû ve avakirinê bileztir bibe.
Wî destnîşan kir ku
YNK projeyek ji bo ji nû ve avakirina Parêzgeha Nînewa heye û namzedên
HevpeymaniyaXelkê Nînewa ku li ber we radiwestin, ji bo pêkanîna vê projeyê
dixebitin da ku Mûsil bikaribe bibe navendek ji bo avakirin, pêşkeftin û
nûjenkirinê ji bo hemî Îraqê. Em ê ji bo vegerandina windayan û bidawîkirina
girtina mirovên bêguneh bixebitin da ku ew bikaribin vegerin malbatên xwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

