Şêx Cefer pesna tekoşîna xwendekaran û bazineyên hilbijartinê dide
Kurdistan 10:01 PM - 2025-11-01
Nivîsingeha Rojnamevaniya Şêx Cefer
Şêx Cafer Şêx Mistefa, Berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind yê YNKê
Şêx Cafer Şêx Mistefa serdana bazineyên hilbijartinê kir
û wan pîroz kir
Îro, Şemî, 1ê Mijdara 2025an, Heval Şêx Cefer Şêx
Mistefa, Berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind ya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK), serdana bazineyên hilbijartinê yên li taxên Çwar Çira, Serçinar,
Azadî û Xebat yên bajarê Silêmaniyê kir û ji aliyê hevalan Rehel Elî, Berpirsê bazineya Çaremîn ya Çawerçira,
Burhan Ebdulrehman, Berpirsê Bazineya 10 ya Serçinar, Hawrê Serçinar, Brpirsê Bazineya
Azadî 3, Mehmûd Qaradaxî, , Brpirsê Bazineya Xebat 2 û hejmareke mezin ji
kadroyên her çar bazineyan ve bi germî hate pêşwazîkirin.
Di çar civînên cuda de, Heval Şêx Cefer hewl û xebata
dijwar ya berpirs û kadroyên bazineyên hilbijartinê pîroz kir ku bi wêrekî
erkên xwe di teşwîqkirina têkoşîna girseyî û piştgiriya namzetên Lîsta 222 ya YNKê
de pêk tînin, her wiha girîngiya beşdariya jinan di tîmên bangeşeya
hilbijartinê de tekez kir û girîngiya beşdariya berfireh ya jinan di pêvajoya
dengdanê de zelal kir, ji
ber ku jin nîvê civakê ne û dikarin bi dengên xwe di warê siyasî de guhertinên
girîng çêbikin, bi taybetî di vê hilbijartina 11/11 de, ku tê çavrêkirin ku bi
coş biçin navendên dengdanê û sindoqên dengdanê kesk bikin û di dawiyê de
serkeftinê pîroz bikin.
L hemberî wê
yekê berpirs û kadroyên bazineyan
spasiya rênmayî, handan û pesnê hevalê berpirsiyarê civatê kirin ku bi
berdewamî piştgirî dide organ û kadroyên cûda yên partiyê, her wiha behsa bersiva erênî ya gel û
amadekariyên wan ji bo tomarkirina serkeftinek mezin ya demokratîk kirin û
tekez kirin ku ewê hemû hewldanên xwe ji bo serkeftina lîsta şehîdan bikar
bînin.
Şêx eafer Şêx Mistefa pesna hewldanên xwendekaran dike
Her îro, Şêx Cefer Şêx Mistefa, Berpirsê Civata Parastina
Berjewendiyên Bilind ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), li baregeha civatê
pêşwazî li hejmareke mezin ji xwendekaran kir.
Di civîna ku nûnerên xwendekaran, hevrê Cotyar Nûrî û mamosta
Ciwamêr beşdar bûn de, Şêx Cefer bal kişand ser têkoşîna xwendekaran di şoreşa
rizgariya gelê Kurdistanê de û rgihand ku, hûn beşek girîng û bi bandor
in, dînamo û dilê zindî yê civakê ne û piraniya serkirdeyên Kurd û berpirsên
îdarî yên niha yên welêt ji we derketine her weha ew jî bi bîr xist ku gelek serkirdeyên
xwendekaran û bi sedan xwendekaran di şoreşa nû ya gelê me de canê xwe feda
kirine.
Wî tekez kir ku Serok Mam Celal, YNKê û serokê niha yê
YNKê ji damezrandina YNKê û destpêkirina şoreşa nû ve her tim girîngiyeke
taybet dane mijara perwerde û xwendekaran, dema ku rêjîma
Beis xwendingehên li deverên di bin kontrola şoreşê de girtin, YNKê xwendingehên
nû li gundan ava kir û mamosteyên şoreşger ji wan re peyda kir, daku perwerde
nesekine û zarokên Kurd ji perwerdeyê bêpar nemînin.
Derbarê rola xwendekaran di xebata sivîl û demokratîk de,
Berpirsê Civatê got: Hûn pêşengên têkoşîna demokratîk in û wekî hilbijartinên
berê di lîstên YNKê de roleke we ya girîng hebû, divê hûn di
vê hilbijartinê de destên xwe yên wêrek bilind bikin û hemû hewla xwe bidin daku
di Lîsta 222 de bi ser bikevin û bi qasî ku pêkan e namzetên YNKê bişînin ji bo
ku hûn beşdarî Parlemana Îraqê bibin di derxistina yasayên ku xizmeta doza
neteweyî ya miletê me dikin û xizmeta wan dikin.
Di beşek ji civînê de, Herêm Îsmayîl, Berpirsê Peywendiyên
Komeleya Xwendekaran, li ser navê xwendekaran gotarek pêşkêş kir û têde pesna piştgiriya berdewam ya Heval
Şêx Cefer ji bo xwendekaran da û girîngiya piştgiriya namzetên Lîsta 222 ya YNKê
tekez kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

