Serok Bafil:Me hemû sozên dabûn Kerkûkiyan cî bi cî kir
Kurdistan 01:53 PM - 2025-10-28
PUKMEDIA
Serok Bafil Celal Talebanî
Bafil Celal
Talebanî, Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kernevala nasandina namzetên
Lîsta 222 ya YNKê de ragihand ku hemû sozên dabûn Kerkûkiyan me cî bi cî kir
û me hikûmetek ava kir ku cudkariyê di navber
pêkhateyên Kerkûkê de nake û
bawerî bi xizmetgûzarî, ewlehî û rûmeta xelkê bajêr heye.
Îro Sêşem rêkefta (28-10-2025) an Bafil Celal Talebanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), di kernevala nasandina namzedên lîsta 222 ji bo Gera şeşemîn a Hilbijartina Civata Nûneran ya Îraqê de li Kerkukê ragihand ku, me soz da wan ku emê kurekî Kerkûkî ku kesekî Yekîtî ye bikin parêzgarekî Kerkûk ê , me ev kir ,nîvê cîhanê li dijî me rawestiya, lê me soza xwe bi cih anî û hikûmetek ava kir ku cudahîyê naxe navbera civakên Kerkûkî û bawerî bi xizmetguzarî, ewlehî û rûmetê tîne.Me dijberên xwe têk bir û soza xwe cî bi cî ki
Kerkûk çi pirsgirêkên xwe yên av û karebayê nemaye
Her weha amje bi wê yekê kir ku ji ber ku parêzgarê Kerkûkê Kurdekî YNKê ye, budçe tenê sê caran hatiye bajêr, lê binêre kolan çiqas paqij in,û pirsgirêkên av û karebayê yên Kerkûkê êdî ne mane, çend projeyên xizmetguzariyê ji bo bajêr hatine bicîhanîn, bi piştgiriya xelkê bajêr û yekrêziya me em ê budçeyê ji nû ve rêk bixin û wê demê hûnê bibînin ka emê çiqas xizmetên din pêşkêş bikin.
Kompaniyên mezin dixwazin projeyên xwe bînin Kerkûkê
Di kernevalê de Serokê YNKê behsa wê yekê kir ku, bi piştgiriya we, me Kerkûk kir bajarê jiyana hevbeş, hemû pêkhate, Kurd, Ereb, Turkmen û Xiristiyan, bi hev re dijîn, niha Kerkûk gihîştiye astek ku mafên her kesî tên parastin, tevî cotkarên ku berê xiyanet lê hatibû kirin û kompaniyên mezin dixwazin projeyên xwe bînin Kerkûk û li wir bazirganiyê bikin, em hîn jî ji bo pêkhateyan şer dikin û rêzê li taybetmendiyên wan digirin ji bo vê jî em hewceyê nêrîna we ne û dengê xwe didinê.
Kerkûk bi demokrasiyê hatiye rizgarkirin
Di berdewamiya axaftina xwe de Serok Bafil got: Hin partî hene ku min hîna behsa wan ne kiriye, lê ez ê îro behsa wan bikim,ew dibêjin ku ewê bi şerkirinê Kerkûk rizgar bikin, li Kerkûkê binêre,Kerkûk bi demokrasiyê hatiye rizgarkirin, ne bi derewan,partiyek heye ku du kursiyên wê li Kerkûkê hene,ji rizgarkirina Îraqê ve, wê partîyê ji bo Kerkûkê çi kiriye?her bêrîkên xwe tijî kirine û Kerkûk û xelkê wan ji bîr kirine ew nikarin werin Kerkûk û di nav xelkê de, lê em li vir in û emê her tim digel xelkê Kerkûk bin û Kerkûk jî wan naxwaze, belku Kerkûk YNKê dixwaze.
Kurdî zimanê fermî yê Îraqê ye
Serokê YNKê tekez li wî yekê kir ku divê mûçeyên mamosteyên li Kerkûkê ji Bexdayê werin û xwendekar divê bi zimanê Kurdî bixwînin,ev destûra Îraqê ye û em pesend nakin, xiyanet lê me bê kirin , û Kurdî zimanê fermî yê Îraqê ye û (Em li Bexdayê Hêza We Ne), Ez ji we dixwazim ku hûn sindoqên dengdanê yên li Dûzxurmatû kesk bikin û xelkê ynkê, xizmên şehîdan û Pêşmergeyên ezîz bikin û serkeftina me serkeftina we ye.
YNKê ji hemû partiyên din geşbîntir e
Di dawiyê de Serok Bafil di dawiya axaftina xwe de got: Îro, YNKê ji hemû partiyên din geşbîntir, û bihêztir û yekgirtîtir e, ji ber vê yekê, piştgirî bidin Lîsta 222 ya YNKê, parêzgar û bajarê xwe bin û emê jî piştgirî bidin dengê we û Birêz Mam Celal sax bihêlin û riya Mam cî bi cî bikin, em hêza we ne li Bexdayê,herin û sindoqên me yên dengdanê kesk bikin,me ji bo wan gelek xebitî, li ser çavên me hûn hatin, Kerkûk... Kerkûk... Kerkûk.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

