Serok Bafil tenê dikare pirsgirêkên li Bexdadê çareser bike
Kurdistan 01:57 PM - 2025-10-27
PUKMEDIA
Serok Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Birêz Bafil Celal
Talebanî, di çarçoveya hewldanek berfireh de ji bo xurtkirina diyaloga neteweyî
û hevkariya siyasî û parastina aramiyê û misogerkirina mafên destûrî yên Herêma
Kurdistanê û hemû welatiyên Îraqê, çalakiyên xwe yên siyasî û dîplomatîk
didomîne.
Serok Bafil Celal Talebanî tekez dike ku Bexdad kûrahiya
stratejîk a siyaseta YNKê ye, û berjewendiyên welatiyên li Herêmê û Îraqê di
berdewamiya têgihîştina neteweyî û çareserkirina pirsgirêkên nekok de bi ruhê
destûrê û berpirsiyariya hevbeş de cih digirin.
Têkiliyên Xurt li Bexdadê
Herêm Kemal Axa, namzedê jimare 1 û serokê lîsteya jimare
222 ya YNKê li Parêzgeha Hewlêrê, ji PUKMEDIA re got: Serok Bafil Celal Talebanî
û YNK her gav di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêmê û Bexdayê de pêşeng
bû, û Serok Bafil tenê rêber e ku bi têkiliyên xwe yên xurt li Bexdayê roleke
girîng di çareserkirina van pirsgirêkan de lîstiye.
Wî her wiha got: Di
demekê de ku serokên partiyên siyasî yên din mijûlî gef û çavtirsandinê bûn,
Serok Bafil Celal Talebanî, piştî nêzîkatiya Serok Mam Celal, çareserkirina
pirsgirêkan girt ser xwe. Wî karî rewş aram bike û beşdarî lihevkirinekê bû ku
li gorî wê mûçeyên karmendan werin dayîn.
Çareserkirina Pirsgirêkan
Dr.Rêkewt Heme Reşîd namzedê hejmar 1 serokê Lîsteya jimare
222 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parêzgeha Silêmaniyê, ji PUKMEDIA re
got: Ji bo her kesî eşkere bûye ku Serok Bafl tenê kesê xwedî bandor û role li
paytext Bexdayê ye û dikare pirsgirêkan di navbera herdu aliyan de çareser
bike.
Got jî: Tu serokê partiyek din nekariye rola ku Serok Bafil di
misogerkirina mafê darayî yê karmendan û aramkirina rewşa di navbera Herêm û
Bexdayê de lîstiye bilîze.
YNK dirûşmeyan ranake ger bi cih neyne
Wekî ku em hemî dizanin, YNK baweriya xwe bi siyaseta
bertekan nayne. Berevajî vê, ew baweriya xwe bi diyalog û têgihîştinê ji bo
çareserkirina pirsgirêkan tîne, û her dirûşmeyek ku derxe pêk tîne.
Me di gelek ezmûnên berê de şahidî kiriye ku di demên herî
dijwar de û dema ku têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdadê de xirab dibin,
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Bafil Celal Talebanî, û Qubad Talabanî, lez dikin ku rêyek bibînin û bigihêjin têgihîştinek hevbeş ji
bo çareserkirina pirsgirêkan.
YNK mîrata Serokê rihmetî Mam Celal didomîne û li ser wê
rêbaza rast û aqilmend dixebite. Ew bawer dike ku pirsgirêkên herêmê divê li
Bexdadê werin çareser kirin, ne li welatên cîran an paytextên cîhanê. Her ku
YNK li Bexdayê xurttir be, Herêma Kurdistanê ew qas xurttir û ewletir dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

