Rêbwar Teha ji Kerkûkiyan re: Lîsta YNKê bikin lîsta herî xurt ya Îraqê
Kurdistan 04:05 PM - 2025-10-08
PUKMEDIA
Rêbwar Teha, Serokê lîsta YNKê li Kerkûkê
Îro Çarşem rêkefta (08-10-2025) an kernevala biserxistina Lîsta 222 ya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Kerkûkê bi rêve çû; û Rêbwar Teha, Serokê wê
lîstê tekez kir ku YNK û xelkê Kerkûkî cêwîyên ji hev nayên
veqetandin in û daxwaz jî kir ku di roja dengdanê de hemû lîsta YNK bikin lîsta
herî xurt ya Kurdistan û Îraqê.
Rêbwar Teha, Serokê lîsta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê
di wê kernevalê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku YNK hemû sozên xwe berê
dabûn cî bi cî kiriye soza herî girîng ew bû ku rewşa Kerkûkê asayî bibe, ku
îro rêveberiyeke baş bi hevkariyeke rastîn bi civakên din yên Kerkûkê re hatiye
avakirin, ku xizmeta gel kiriye.
Serokê lîsta YNKê ya li Kerkûkê derbarê rewşa niha ya Kerkûkê û
berawirdkirina bi dema borî ragihgand ku caran em dihatin û digotin emê
bipirsin û hewl bidin, lê niha em dibêjin ku me ferman daye ku emê projeyan cî
bi cî bikin; di vê demê de, emê şehîdên xwe bi bîr bînin û emê wan qet ji bîr
nekin û emê dilsozê xwîna wan û kurên wan bin.
Rêbwar Teha bang li xelkê Kerkûkê kir ku ji bo parastina vê rêveberiyê
dengê xwe bidin lîsta 222an ya YNKê û amaje bi wê yekê kir ku xelk saleke ji me
dipirsin û em bi dengê zarokekî û dengê her kesî diçin, niha ez ji we
dixwazim ku hûn bi awayekî çalak beşdar bibin daku ev rêveberiya ku xizmeta gel
dike were parastin û lîsta YNKê li Kerkûk û Îraqê bibe lîsta herî bihêz.
Her weha got:Ji bo ku bernameya ku me danîye temam bikin, emê siyaseta
fermî ya YNKê di rêveberiya Kerkûkê de cî bi cî bikin;ez piştrast im ku xelkê
Kerkûkê dê piştgirîya min bikin daku ez bêtir xizmeta wan bikim.
Di dawiyê de Rêbwar Teha, Serokê lîsta YNKê ya li Kerkûkê, got: Xelkê
Kerkûkê û YNK cêwîyekî ne ku ji hev nayên veqetandin û di 11ê Mijdarê de her
kes dê biçe ser sindoqan û lîsta YNKê dê bibe bi hêztirîn lîst.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

