Nêrweyî: YNKê li ser destê Serok Mam Celal bingeha medyaya Kurdî danî
Kurdistan 04:10 PM - 2025-10-03
PUKMEDIA
Letîf Nêrweyî, Berpirsê Burda Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Letîf Nêrweyî,
Berpirsê Burda Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê got: Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê li ser destê Serok Mam Celal bû bingeha pêşveçûna
medyaya Kurdî û ji bo pêşveçûna medyaya serbixwe hawîrdorek guncaw afirand.
Niha jî Silêmanî
paytexta medyaya azad e; derbarê Kerkûkê de jî got: Kerkûk di hemû qonaxên
têkoşînê de ji bo Serok Mam Celal xwedî girîngiyeke mezin bû û niha tîma YNKê
ya li Kerkûkê kariye xizmeteke baş ji bo bajêr bike.
Di salvegera
malavaîya Serok Mam Celal de Mekteba Ragihandin û Hişyariyê ya YNKê qefta gulan
ya rêz û dilsoziyê danî ser goristana wî; û Letîf Nêrweyî, Berpirsê Burda Ragihandina
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ragihandin, dibe ku ew pênaseya serokên
partiyên Îraqî û Kurdistanî ji bo Serok Mam Celal kirine renge me nekaribe
mezinahî, wêrekî, dîplomasî, lêbordeyî, baldariya li ser pêkhateyan, jiyana
hevbeş, azadiya ramanê û azadiya siyasî ya Serok Mam Celal bi awayekî rast gotûbêj
bike û pênase bikin lê em soza xwe ya berdewamiya riya wî dubare dikin.
Her weha
got: Serok Mam Celal berî serhildanê û li çiyayan jî girîngî dida xebata medyayî,
ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku serdema çiya û şoreşa nû qonaxa vejîn û
pêşveçûna rojnamegeriya Kurdî bû, ji ber ku
ne yek çapxane lê sê çapxane hatin damezrandin, ji bilî radyo jî, bi dehan
rojname û broşûr dihatin çapkirin û weşandin, ku girîngiyeke mezin didan peyam
û naveroka xwe,her wiha li çiyayan medyayek ji bo jinan, nivîskar û hunermendan
jî hebû piştî serhildanê jî, li ser
destê Serok Mam Celal de, YNKê bû bingeha pêşketina medyaya Kurdî û ji
bo pêşketina medyaya serbixwe hawîrdorek guncaw afirand.
Berpirsê Burda Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK) got: Niha Silêmanî paytexta medyaya azad û rexnegir û medyaya
partiyên din e, ji ber ku ew li parêzgeha Silêmaniyê medyaya herî serbixwe ye.
Letîf Nêrweyî amaje bi wê yekê kir ku peyama YNKê
aramî, jiyana hevbeş, xizmet û ji nû ve avakirin e,em ê têkoşîna Serok Mam
Celal li Kerkûkê bidomînin, çawa ku wî her tim di têkoşîna şoreşgerî de Kerkûk
bi bîr dianî, piştî serhildanê jî wî dixwest Kerkûkê vegerîne ser
Kurdistanê,û dema ew bû serokkomarê Îraqê jî, wî herî zêde serdana bajêr dikir,
niha, tîma YNKê li Kerkûkê kariye xizmetek e baş ji bajêr re bike û em ê
berdewam bin.
Îro heşt sal di ser koça dawî ya Serok Mam Celal,
yekem serokkomarê Îraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
(YNK) re derbas bûn ku roja (17-12-2012)an
de ji ber xirabûna rewşa tenduristiyê ji bo dermankirina bijîşkî şandin Almanya,
lê mixabin, roja (03-10-2017)an de krîza
dil derbas kir û canê xwe ji dest da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

