Sûdanî: Li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê em gihîştin rêkeftineke dîrokî
Îraq 07:23 PM - 2025-09-25
Nivîsgeha rojnamevanî serok wezîr Mihemed Şeya Sûdanî
erokwezîrê Îraqê Mihemed Şeya Sûdanî
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeya Sûdanî peymanek ji bo hinardekirina petrolê ji
Herêma Kurdistana aşkire kir û ragihand: Mîjûyiye û 18 salin li bendê ne.
Sûdanî di peyamekê de li Platforma X re got, Îro em gihîştin
peymanek dîrokî ku tê de Wezareta Petrolê ya Federal dê petrola xav a berhemhêner
ku dikevin kêlgeha Herêma Kurdistanê werbigire û bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê
hinardeya derve bike.
Wî got, "Ev yek dê belavkirinek dadperwer a
dewlemendiyê misoger bike, çavkaniyên hinardekirinê cûrbecûr bike û veberhênanê
teşwîq bike. Em 18 sal in li benda vê destkeftiyê ne.
Di vê navberê de, Wezareta Petrolê ya Îaqê di daxuyaniyekê
de got: Em peymana hinardekirina hemû petrolê ji Herêma Kurdistanê bi rêya SOMO
radigihînin, ji bilî mîqdara ku ji bo xerckirina navxweyî hatiye terxankirin.
Petrola ku li zeviyên petrolê tê hilberandin, SOMO dê bi
rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê ji bendera Ceyhanê, li gorî prosedurên diyarkirî,
destûr û bendên qanûna budceya federal û biryarên Dadgeha Federal, hinarde
bike.
"Peyman avakirina mekanîzmayên zelal û teknîkî di
hinardekirinê de, û her weha şefafiyeta di dahatên petrolê de vedihewîne, ku dê
piştgiriyê bide budceya giştî ya dewletê û dahatên budceya federal zêde bike.
Di 22ê Îlona 2025an de, Bexda, Hewlêr û kampaniyên petrolê
ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê peymanek sêalî îmze kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

