Tîma YNKê: Rêkeftina navbera Herêm û Bexdayê bi saya hewldanên Serok Bafil in
Kurdistan 06:11 PM - 2025-09-23
Arşîv
Bafil Celal Talebanî, Serokê YNKê û Mihemed Şeyah Sûdanî, Serokwezîrên Îraqê
Çavkaniyek ji tîma YNKê li Bexdayê ji PUKMEDIA re
ragihand ku, biryara dayîna mûçeyên heyva Tîrmehê encama serdana berê ya Serok
Bafil Celal Talebanî ji bo Bexdayê û hevdîtina wî wî bi Serokwezîrê Îraqê
Mihemed Şeyah Sûdanî re bûye ku di hevdîtinê de, ji bo çareseriyeke radîkal ji
bo pirsgirêka mûçeyan ya herêmê, têgihîştinek û encamek erênî derket holê.
Hewldanên Serok Bafil ji bo çareserkirina
pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, bi taybetî di pirsa
mûçeyan de, û şandina mûçeya heyva Tîrmehê û çareseriya bingehîn ya pirsgirêka
mûçeyan encama wê ye, berê di navbera Serok Bafil û Serokwezîrê Îraqê de
rêkeftin hatibû kirin, çavkaniyek ji tîma YNKê li Bexdayê got:Em ê hewlên xwe ji bo
çareserkirina pirsgirêkan bidomînin.
Wê çavkaniyê aşkere kir ku her çend e mekanîzma cî
bi cîkirina rêkeftinê di dema xwe ya diyarîkirî de bi temamî ne hatibû cî bi
cîkirin, lê, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) hewlên xwe yên ji bo
çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistanê berdewam kir ku niha
piraniya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hatine
çareserkirin.
Ev yek di demekê de ye ku roja (15-07-2025) an Serokê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî gihîşte Bexdayê û
bi Serokwezîrên Îraqê Mihemed Şeyah Sûdanî re,derbarê çareserkirina pirsgirêka
mûçexwerên herêmê civiya ,hevdem Civata Wezîrên Îraqê jî di 17ê Tîrmeha 2025an
de ji bo gotûbêjkirina pirsa mûçeyên li Herêma Kurdistanê civînek awarte li darxist, Serokwezîrên Îraqê pesna hewlên
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên ji bo gihîştina rêkeftinekê
li ser veguhestina dahatên petrol û ne petrolê yên Herêma Kurdistanê û
çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

