Civata Wezîran pirsa mûçeyên fermanberên herêmê gotûbêj dike
Kurdistan 11:15 AM - 2025-09-23
Arşîv
Civîna Civata Wezîran ya Îraqê
Biryar e; îro Civata Wezîran ya Îraqê civînek e asayî saz
bike daku li ser çend pirsan, di nav de çareserkirina pirsgirêka mûçeyên Fermanberên
Herêma Kurdistanê,piştî rêkeftina li ser hinardekirina petrolê, gotûbêj bike.
Piştî derbazbûna çend heyvan li ser aloziyan, Bexda û
Hewlerê bi kompaniyên biyanî re li hevkirin ku ji bo ji nû ve destpêkirina
hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bi riya Bendera Cîhanî ya Turkiyê,
hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike.
Li gorî vê lihevkirinê,divê kompaniyên biyanî li şûna
pişka rastexwe ya nextêne yan dahata petrolê; mûçeyê werbigirin.
Di heman demê de, pispor pêşbînî dikin ku hinardekirin bi
riya bendera Ceyhan bi şiyana destpêkê ya nêzîkî 100 hezar bermîl di rojekê de dest
pê dike, û piştî temamkirina amadekariyan û peymanên teknîkî û lojîstîkî yên bi
Turkiyê re, ku girîngiya stratejîk ya benderê vedigerîne, hêdî hêdî dê bigihîje
300 hezar bermîlan di rojekê de.
Li gorî rêkeftinê, Herêma Kurdistanê pabend e ku rojane
230 hezar bermîl hilberîne,ku ji wê 50 hezar bermîl dê ji bo xerckirina
navxweyî were veqetandin,lê petrola mayî dê rojane radestî SOMO were kirin, ku
berpirsiyarê hinardekirin û bazarkirinê ye.
Hevdem biryar e di civîna îro de pêşniyara Civata Wezîran
de pêşniyara Civata Dewletê ya li ser mijara dahatên ne petrolê yên Herêma
Kurdistanê jî tê gotûbîjkirin, her weha piştî çareserkirina van her du pirsan,
mijara sêyemîn jî tê gotûbêjkirin, derbarê vê pirsê jî Dr. Nermin Merûf, endama
Komîteya Darayî ya Parlemana Îraqê, ji PUKMEDIA re ragihand ku eger pirsa
hinardekirina petrolê û dahatên ne petrolê were pejirandin, pirsa mûçeyan jî dê
çareser bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

