Peymana sêalî Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji hev nêzîk dike
Cîhan 11:35 AM - 2025-09-22
PUKMEDIA
Hinardekirina petrolê
Pêşbînî tê kirin ku îro Duşemê 22ê Îlona 2025an, di navbera
hikûmeta Federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kamoaniyên hilberînerên petrolê li
herêmê ji bo destpêkirina hinardekirina petrol ji Herêmê bi rêya bendera Ceyhan
ya Tirkiyê de peymanek sêalî were îmzekirin. Ev peyman piştî zêdetirî du salan
rawestandina piştî biryara Dadgeha Navbeynkariyê ya Navneteweyî ya li Parîsê
hat.
Ger peyman were îmzekirin, ew ê sibê Sêşemê, ji bo
pejirandinê pêşkêşî Encumena Wezîran a Îraqê were kirin. Ev ê gavek girîng be
ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê.
Karmend û xwenenîşên Herêma Kurdistanê hêvî dikin ku di
navbera Herêm û Bexdayê de li ser petrol û dahatên herêmî lihevkirinek çêbikin
da ku pirsgirêka mûçeyên xwe çareser bikin. Wan îsal tenê şeş mûçe
wergirtine, meha Îlonê ber bi dawîbûnê ve diçe, çarenivîsa mûçeyên mehên mayî hîn
ne diyar e, û ji bo dayîna wan ti dîrok nehatiye destnîşankirin.
Lihevkirin ji her demê nêzîktir e
Reuters çend roj berê ragihand ku Îraq li ser planeke ji nû
ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bi rêya boriyekê di
nav Tirkiyeyê re ber bi bendera Ceyhanê ve derbas dibe razî bûye.
Ajansê li ser zarê rêveberekî yek ji kampaniyên navneteweyî
yên petrolê amaje bi wê yekê kir ku gotiye: Me gotûbêj pirtir kirine û em ji
her demê bêtir nêzîkî rêkeftineke sêalî ne, ji ber ku her kes nermbûnê nîşan
dide.
Li gorî plana destpêkê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz daye
ku herî kêm 230,000 bermîl rojane radestî Rêxistina Bazirganiya Petrolê (SOMO)
bike û 50,000 bermîlên din rojane ji bo karanîna navxweyî bihêle.
Li gorî Reuters, bazirganek serbixwe dê firotanê ji bendera
Ceyhanê ya Tirkiyeyê bi bihayên fermî yên SOMO birêve bibe.16 dolar ji bihayê
her bermîlê ku tê firotin dê ji bo hesabê emanetê were veguheztin û wê li ser
veberhêneran were dabeşkirin, dema ku dahata mayî dê biçe SOMOyê.
Di plana destpêkê de nehatibû diyarkirin ka hilberîner dê
çawa an kengî 1 milyar dolar deynên nedayî yên di navbera Îlona 2022 û Adara
2023an de kom bûne werbigirin.
Zêdekirina Berhemanînê
Peymana di navbera hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma
Kurdistanê û kampaniyên navneteweyî yên petrolê de dikare dabînkirina petrolê 230,000
bermîl di rojê de zêde bike, di demekê de ku hilberînerên OPECê hilberînê zêde
dikin da ku para bazarê ji nû ve bi dest bixin.
Îraq, duyemîn hilberînerê herî mezin ê OPECê, ji benderên
xwe yên başûr nêzîkî 3.4 milyon bermîl petrol di rojê de derdixe, lê boriya
Kerkûk-Ceyhanê li bakur ji 25ê Adara 2023an vir ve girtî ye, piştî ku Dadgeha
Navdewletî ya Hakemtiyê li Parîsê biryar da ku Tirkiye divê 1.5 milyar dolar
tazmînatê bide Îraqê wek qerebûyek bo zerarên ku ji ber hinardekirina petrol bi
awayê bêdestûr di navbera 2014 û 2018an de çêbûne. Tirkiye vê biryarê îtîraz
dike.
Ziyanên mezin ji ber rawestandina hinardekirinê
Rewangeha Aborî yê Îraqê ragihand: Dahat ahinardekirina
petrola Herêma Kurdistanê rojane 11 milyon û 160 hezare dolare û bi ne
hinardekirinê salane zêdetirî 4 milyar dolar ziyana aborî dibîne.
Rewangeha Aborî aşkire kir ku lêçûna derhênan û veguhastinê ji her bermîlek
petrol re 16 dolar e û lêçûna gihandina petrol bi bendera Ceyhanê bo her
bermîlekê dolar û nîve.
Amaje bi wê jî kir ku Piştî lêbirîna lêçûnan, pêşbînî tê kirin ku qezenca pak
ji hinardekirina 230,000 bermîlan di rojekê de bi 66 dolar bo her bermîlekê,
nêzîkî 11.160 milyon dolar bê, Îraq mehane 334 milyon dolar û salane zêdetir ji
4 milyar dolar ziyan dibîne ji ber rawestandina hinardekirina petrolê .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

