Komîsyon:Zêdeyî 23 milyon kaxezên dengdanê hatine çapkirin
Kurdistan 06:43 PM - 2025-09-20
PUKMEDIA
Logoyê Komisyonê
Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ragihand ku
kaxezên dengdanê yên Hilbijartinên Civata Nûneran ya Îraqê, ku ji bo 11ê
Mijdarê hatine plankirin, li gorî pîvanên ewlehiyê yên hişk, di nav de
nîşaneyên ewlehiyê yên veşartî jî, hatine çapkirin û tekez kir ku 23 milyon û 555
hezar û 500 kaxezên dengdanê hatine çapkirin.
Cûmane El Xelayî, Berdevka Komîsyona Bilind ya Serbixwe
ya Hilbijartinan ji PUKMEDIA re got: Hejmara kaxezên dengdanê yên ku ji bo
dengdêrên giştî hatine veqetandin gihîştiye 22 milyon û 046 hezar 200 kaxazan,
û ji bo hilbijartinên taybet jî 1 milyonek û 509 hezar û 300 kaxaz û kaxezên
yedek ji bo dabînkirina pêdiviyên operasyonel yên qonaxa hilbijartinê hatine
pejirandin.
Her weha aşkere kir ku "kaxez li gorî pîvanên
ewlehiyê yên hişk, di nav de nîşaneyên ewlehiyê yên veşartî, mûrekên taybetî
yên ku tenê bi amûr û ceribandinên taybetî têne tespîtkirin, û taybetmendiyên
dijî-kopîkirinê têne çapkirin. Wekî din, cureyek kaxezek bi taybetî hatî
çêkirin nîşaneyên mîna yên ku li ser banknotan têne bikar anîn û nîşaneyên
veşartî yên din jî hene daku yekparçeyiya kaxezê misoger bikin û rêjeya
hilberînê li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî gihîştiye %50.
Komisyoa Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan beriya niha
gotibû: Di 14ê Îlonê de, Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinê
pejirandina belavkirina dawî ya navend û wêstegehên dengdanê yên giştî, taybet
û kesên penaber ragihand.
Komîsyonê di daxuyaniyekê de got: Civata Komîseran
belavkirina dawî ya dengdana kesên giştî, taybet û penaber pejirand, ku hejmara
giştî ya dengdêran gihîşt 21 milyon û 404 p 291 kesan ku bi vî awayî hatine
dabeşkirin:
-Hejmara dengdêrên dengdana giştî 20
milyon û 063 hezar û 773 dengdêr.
-Hejmara dengdêrên dengdana taybet, 1 milyon û 313 hezar û980 dengdêr.
-Hejmara dengdêrên penaber 26 hezar û 538 dengdêr.
-Hejmara navendên dengdanê yên giştî 8 hezar û 703 navend.
-Hejmara wêstgehên dengdanê yên giştî 39 hezar û 285.
-Hejmara navendên dengdanê yên taybet 809 navend.
-Hejmara navendên dengdanê yên taybet 4 hezar û 501 wêstgeh.
Berdevka Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan
ragihand ku Civata Komisyaran pabend e bi weşandina dawî ya giştî, taybet û
bacgiran", û amaje bi wê yekê kir ku hejmara dengdêrên giştî bûye 21
milyon û 404 hezar û 291 dengdêr.
Her weha hejmara navendên dengdanê yên giştî 20 milyon û 063
hezar û 773,û hejmara navendên dengdanê yên giştî 87 hezar û 03 û hejmara wêstgehên
dengdanê jî 39,285 navend in.
Navbirî destnîşan kir ku "hejmara dengdêrên dengdana
taybet milyonek û 313 hezar û 980 kes û hejmara navendan 809 navend û hejmara
navendên dengdanê yên taybet jî 4 hezar 501 navend in.
Di dawiyê de got: Hejmara dengdêrên penaber 26 hezar û 538 kes
in, hejmara navendên dengdanê yên taybet 97 navend û hejmara wêstgehan jî 321 wêstgeh
in.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

