Îsraîlê êrîşên esmanî li navend û rojavayê Sûriyê encam dan
Cîhan 10:49 AM - 2025-09-09
SANA
Êrîşa esmanî li Sûriyê
Ajansa SANA ya nûçeyan ya dewleta Sûriyê şeva borî ragihand ku
Îsraîlê li deverên navîn û rojavayê Sûriyê êrîşên esmanî encam da.
Ajansa Reuters ragihand ku Wezareta Derve ya Sûriyê êrîşên esmanî wekî binpêkirinek
eşkere bo ser serwerî û aramiya herêmî şermezar kir.
Lê ji aliyê Hikûmeta Îsraîlê ve hîna çi daxuyanî nehatiye dayîn, berê Wezîrê Parastinê Îsraîlê
Katz gotibû:Hêz ji bo ewlehiya Îsraîlê şev û roj li hemî deverên şer kar dikin.
Piştî hilweşîna rêjîma Serokê berê Beşar Esed di heyva Kanûna Pêşîn de, ku
hikûmetek bi serokatiya Îslamî ji hêla serhildêrên berê ve hat avakirin,
Îsraîlê bi dehan êrîş li seranserê Sûriyê encam dane.
Îsraîlê wê demê gotibû: Ew ji bo rawestandina ketina çekan "di destên
tundrewan" de tevdigere.
Ajansa Sana ya Sûriyê roja Duşemê dereng gotibû: Êrîş li nêzî bajarên Humis û
Palmyra, û her weha li bajarê peravê Lazaqiyê hatine kirin.
Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ya ku navenda wê li Brîtanya ye got:Êrîşa
Îsraîlê li nêzî Humisê yekîneyeke leşkerî li başûrê bajêr kiriye armanc lê
derbarê qurbaniyan çi zanyarî tune ye.
Li gorî Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan (SOHR) îsal, Artêşa Îsraîlê 97 êrîş
pêk anîne ku 86 êrîşên asmanî û 11
operasyonên bejahî bûne.
Sana di destpêka vê mehê de ragihand ku leşkerên Îsraîlî heft kes li parêzgeha
Quneytre ya başûr girtine, ku Artêşa Îsraîlê wê demê gotibû: Gumanbarên
çalakiyên terorîstî ne.
Di meha Tîrmehê de, Îsraîlê hêzên hikûmeta Sûriyê li dora Siweydayê ya li
başûrê welêt bombebaran kir dema ku artêş piştî pevçûnên mezhebî yên kujer ket
bajarê ku bi piranî Durzî lê dijîn.
Çavkanî: BBC
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

