Qubad Talebanî: Divê projeyên geştiyarî yên Serçinar bên temamkirin
Kurdistan 06:05 PM - 2025-09-07
Ragihandina Cîgirê Serokwezîran
Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî,îro roja Yekşem rêkefta (07/09/2025)
ji bo şopandina karûbarên projeyên geştiyarî yên bendavên Serçinar û Çeqçeq,
serdana projeyan kir û digel aliyên peywendîdar, veberhêner û kompaniyên
cîbicîkar civiya.
Cîgirê Serokwezîr piştî serdana projeya Bendava Çeqçeq, digel
rêveber û kompaniyên cîbicîkar civiya û di civînê de li ser pirsgirêkên ku di
dema cîbicîkirina bendavên Çeqçeq û Serçinar de derdikevin pêş gotûbêj kirin.
Derbarê Bendava Çeqçeq ku demek dirêj e di bin çêkirinê de
ye, Qubad Talebanî ji kompaniyên cîbicîkar xwest ku lezê bidin karên xwe daku
di dema xwe de were temam kirin û aliyên peywendîdar raspard ku Bendava Serçinar
ya niha di qonaxa sêwirandinê de ye, bilez bikin daku pêkanîna wê dest pê bike.
Bendava Çeqçaq dikare neh milyon metrekûp av û Bendava Serçinar
jî dikare du milyon metrekup av bigire û di çarçoveya projeyên geştiyariyê yên
li Sarçinar de têne bicîhanîn, bi temamkirina wan, ewê ne tenê dîmenek geştiyarî
ya xweşik bidin herêmê,di heman demê de dê bandorek e mezin jî li ser jîngeh û
ava binê erdê bikin.
Paşê Qubad Talebanî civîneke din bi veberhêner û dezgehên
peywendîdar yên Silêmaniyê re li darxist daku karûbarên her pênc herêmên
geştiyariyê yên Serçinarê bişopîne, piştî lêkolîna pirsgirêkên ku veberhêner pê
re rû bi rû dimînin got: Pêkanîna van projeyên geştiyariyê pêşîniyek ji bo
hikûmetê û karê wî yê şexsî ye, ji ber ku ew ê bandorek girîng li ser pêşketina
aborî û xurtkirina jêrxana geştiyariyê ya Kurdistan û Silêmaniyê bike û dê
hejmareke girîng ji derfetên kar ji bo akinciyên Silêmaniyê biafirîne.
Qubad Talebanî rêveberiyên peywendîdar erkdar kir ku
karûbarên îdarî û yasayî yên projeyan di zûtirîn dem de temam bikin;her wiha
tîmek taybet li Nivîsingeha Cîgirê Serokwezîr ava kir daku ew karûbarên
projeyan hevrêz bike û bi berdewamî kar bişopîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

