Dezgeha Asayîşê: Girtina Lahur Cengî û kontrolkirina Lalezar bi biryara dadgehê bû
Kurdistan 03:35 PM - 2025-08-22
PUKMEDIA
Logoya Dezgeha Asayîşê
Dezgeha Asayîşa Herêmê li ser rû bi rûbûna Otêl Lalezar û
girtina Lahur Cengî daxuyaniyek weşand
û ragihand ku, em ji her kesî
re piştrast dikin ku ev pêvajo li ser bingeha biryara dadgehê ya ji bo cî bi
cîkirina fermana girtinê ya ku ji hêla dadwer ve hatiye dayîn e, aştî li Silêmaniyê hêla sor e heta ku ji yasayê
dûrketin çênebe û ewlehî û aramî wekî her carê neyê parastin.
Naveroka daxuyaniyê:
Daxuyaniya Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê
Di şerekî çekdarî de ku zêdetirî sê demjimêran berdewam kir,
îro 22ê Tebaxê danê sibehê hêzên me karîn Otêla Lalezar li taxa Serçinar ya
Silêmaniyê kontrol bikin û hemû çekdarên ku pê re rû bi rûyê bûn hatin girtin.
Piştî ku Dadgeha Lêpirsînê ya Ewlehiyê li gorî madeya 406 ya
Yasaya Sizaya Îraqê, ji bo Lahur Cengî Burhan û hejmareke din kesên daxwazkirî,
fermana girtinê derxist, ferman ji hêzên me re hat e dayîn, lê piştî gelek
hewldanên hêzên me, ya ji bo kesên daxwazkirî xwe radestî yasayê bikin, bi riya
telefonan bi an kesan re û her wiha bi riya hoparlêrên bi sernavê (Her kes xwe
radest bike jiyana wî dê parastî be) ew hatin hişyarîkirin,lê ji ber
nepabendbûna wan bi yasayê û bi gotinên wan; ew xwedî milîseke çekdar in û ewê
bi hêzên ewlekariyê re rû bi rû bibin, ku hêza me hezek e fermî ya Hikûmeta
Herêma Kurdistanê ye ku erkên xwe pêk tînin,wan dest bi teqekirinê li hêzên me
kirin û ji bo pêşîgirtina li tometbarên Lalezar rûbirûyî wan bûn.
Em ji her kesekî re piştrast dikin ku ev pêvajo li ser
bingeha biryara dadgehê ye ji bo cî bi cîkirina fermana girtinê ya ku ji hêla
dadwer ve hatiye dayîn, daku grûp û dûrketina ji yasayê çênebe û ewlehî û aramî
wekî her carê parastî be.
Hêzên Asayîşê yên Silêmaniyê îro danê sibehê karîn cihê
mayîna tometbaran û devera li Lalezerê bi temamî ji tometbarên derveyî yasa û
milîsên wan yên çekdar kontrol kirin
ku duh danê şev wan ragihandibûn ku ew ê bi hêzên me yên fermî re rûbirû bibin.
Mixabin, di encama şer û pevçûnan de sê endamên hêzên me
şehîd bûn û 19 karmendên din jî birîndar bûn; lewra em ji bilî sersaxî ,hevxemiya xwe ya kûr ji birîndaran re şifayek bilez dixwazin.
Niha rewşa li Silêmaniyê aram bûye û welatî bi awayekî asayî
li kolanan digerin û em piştrast dikin
ku, aramiya Silêmaniyê hêla sor e û rê nayê dayîn ku çi grûpên li derveyî
yasayê ewlehiya herêma me têk bidin; û tevaya tometbarên Lalezar li gorî yasayê
dê rû bi rêyê yasayê bên kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

