Fayq Zêdan: Encumena Dadwerî pabende bi cezakirina her sûcdarekî
Îraq 01:38 PM - 2025-08-20
Encumena dadweriya bilind
Kongireya qirkirina bi komî
Serokê Dadgeha Bilind a Dadwerî, Dadwer Dr. Fayq Zêdan îro
Çarşemê piştrast kir ku tawanên li dijî Êzidiyan birîneke kûre di dilê niştîman
de, wijdanê mirovahiyê bi tevahî dihejînin. Pabendbûna dadwerî bo bidestxistina
dadweriyê û cezakirina hemû kesên ku destên wan bi ixwîna bêgunehan leke ne pişt
rast kir.
Di konferansa bîranîna Jînosaydê li dijî civaka Êzidî de, ku
ji hêla Navenda Neteweyî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî bi hevkariya
Zanîngeha Amerîkî ya Bexdayê ve hate birêxistin kirin, Serokê Encumena
Dadweriya Bilind got: Em îro di salvegera birîneke kûr de, tawaneke hovane ya
li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî hatî kirin, ku wijdanê Îraqê û wijdanê
mirovahiyê bi tevahî dihejîne, dicivin.
Got jî: Di wan rojên
tarî de, em şahidiya kuştina girseyî, koçberkirina bi darê zorê û binpêkirina
rûmeta mirovan bûn. Bi hezaran kes şehîd bûn, bi hezaran din winda bûn, an jî
dîl hatin girtin, lê yên sax man jî bi êşa windakirinê û talîtiya trajediyê re
dijîn.Her weha Dadwer Fayq Zêdan dema ku van kêliyên bi êş bi bîr tîne, pabendbûna
xwe ji bo bidestxistina dadwerî û cezakirina her berpirsyarek ku dest di van
kiryaran de bû, nûh kir. Qanûn ti îstîsnayan nas nake, edalet nermiyê qebûl
nake, û li ser axa Îraqê cihek ji bo sûcdarekî tune ku ji cezayê bireve.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

