Fewze Yûsif: Rola YNK di şoreşa Rojava de bilind dinirxînin
Kurdistan 12:44 PM - 2025-08-17
PUKMEDIA
Fewze Yûsif, seroka şanda Rêveberiya Xweser ji bo danûstandinan bi Şamê re
Fewze Yûsif, seroka şanda Rêveberiya Xweser ji bo
danûstandinan bi Şamê re, di hevpeyvînek taybet de bi Kurdistanî Nwê re ku têde
behsa danûstandinên bi hikûmeta nûh yê Sûriyê dikir de, behsa rola Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî di şoreûa
Rojavayê Kurdistanê de kir.
Seroka şanda Rêveberiya Xweser Fewze Yûsif derbarê pirsê li
ser rola Serok Bafil di şoreşa Rojavayê de got: Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê her tim bi helwesta xwe ya neteweyî hatiye nasîn. Di şoreşa Rojavayê
Kurdistanê de helwêsta xwe ya xurt nîşan daye. Bi rastî ji sala 2011an vir ve,
Navenda Silêmaniyê piştgiriyek mezin a siyasî, dîplomatîk û perwerdeyî pêşkêşî
Şoreşa Rojava kiriye, û got jî Ji bo avakirina saziyan YNK alîkariya me kir û
kariye têkiliyên Rojavayê Kurdistanê li derveyî welêt pêş bixe û berfireh bike.
Di destpêkê de serok Mam Celal û piştre serok Bafil Celal
Talebanî helwêstên xwe aşkire kirin, Em pir qedrê wan digirin, spasiya wan
dikin, hemû berpirsên YNK di hemû qonaxan de helwestek mezin nîşan dane, dîrok
dê helwesta wan bi ava zêrîn binivîse, tevî zextên li ser YNK wan serê xwe netewandin û helwesta xwe ya
neteweyî nîşan dan, ku ew bi rûmet û bi nirx bûn.
Ez bawer dikim ku di pêşerojê de ji bo yekîtiya neteweyî ya
her çar perçeyên Kurdistanê û kongreya neteweyî, divê Yekîtiya Niştimanî xwedî roleke
pêşeng û serekî be. Em wek Rojavayê Kurdistanê dibêjin; Çawa hîn jî di navbera
me de hevkarî heye da ku şoreş bi ser bikeve, ev hevkarî berdewam bike da ku
nasnameya gelê me misoger bibe û destkeftiyên Kurdan biparêze. Bi rêya
Kurdistanî Nwê, ez pîrozbahiyê li Birêz Bafil Celal Talebanî û hemî berpirsên
YNKê dikim.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

