YNK bi jimareya 222 beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dibe
Kurdistan 07:43 PM - 2025-08-09
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan roja Şemiyê êvara 9ê Tebaxa 2025an li Otêla Mansour Melia ya li Bexdayê, ji bo hejmarên hevpeymaniyan, partiyên siyasî û namzedên takekesî ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Îraqê, ku ji bo Mijdara bê hatine plankirin, pişk avêtin. Di encama pişkê de, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) beşdarî hilbijartinên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî (di nav de Helebçe), Dihok, Kerkûk û Diyalayê dibe. YNK bi lîsteyek serbixwe, bi jimareya (222), beşdarî hilbijartinan dibe. Li Parêzgeha Nînewa, ew wekî beşek ji hevpeymaniya Yekîtiya Gelê Nînewa, ku hejmara wê 281 e, beşdar dibe. Li Parêzgeha Selaheddîn, ew bi yek namzetî, wekî beşek ji hevpeymaniya Girseyên Neteweyî, ku hejmara wê 240 e, beşdar dibe.
Li gorî agahiyên PUKmedia, YNK bi 156 namzetan beşdarî hilbijartinên pêş de dibe, wiha ne: Silêmanî 36 namzet, Hewler 30 namzet, Dihok 5 namzet, Kerkûk 24 namzet, Diyala 28 namzet, Nînewa 31 namzet di nav hevpeymaniya Yekîtiya Gelê Nînewa de, û li Selaheddîn û Bexdayê jî namzetek.
Hejmara hevpeymanî, partî û lîsteyên takekesî yên ku beşdarî hilbijartinên pêş de dibin 31 hevpeymanî, 38 partî û 76 namzetên takekesî ne: 23 ji bo dengdana giştî û 53 ji bo pêkhateyan. Di 9ê Nîsana 2025an de, di civînekê de ku bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şîa El-Sudanî pêk hat, Encûmena Wezîran a Federal deng da ku 11ê Mijdara 2025an wekî roja lidarxistina hilbijartinên şeşemîn civîna Encûmena Nûneran a Îraqê were destnîşankirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

