Hinardekirina petrolê bi riya bendera Ceyhan dê dest pê bike
Kurdistan 10:12 AM - 2025-08-07
Medya
Bendera Ceyhanê
Çavkaniyek ji Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku danûstandinên
ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê bi riya Bendera Ceyhan ya
Turkî gihîştine qonaxek baş, û di demek nêzîk de lihevkirinek dê çêbibe, hevdem Kompaniya (SOMO) jî amadebûna xwe ji
bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê nîşan da.
Çavkaniyek e ji
Wezareta Petrolê ya Îraqê ji rojnameya Sebah re ragihandiye ku her çende danûstandinên
ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê bi riya Bendera Ceyhan ya
Turkî bi tevahî ne hatine çareserkirin jî, lê ew ji qonaxeke gelekî baş derbaz
bûye û tenê çend hûrgulî mane.
Her li gorî wê çavkaniyê,
Kompaniya (SOMO) amadebûna xwe ya teknîkî û lojîstîkî ji bo ji nû ve destpêkirina
hinardekirina petrolê di dema peymanê de nîşan daye, di heman demê de Wezareta
Petrolê ya Îraqê ber bi rêkeftinek e erênî ve diçe û rêkeftina li ser
hinardekirina petrolê di demek nêzîk dê de were temamkirin.
Ev yek jî di demekê
de ye ku, duh Çarşem rêkefta (06-08-2025) an Cîgira Civata Wezîran ya Îraqê bo Karûbarên Wuzeyê û Wezîrê Petrolê
Heyan Ebdulxenî li Kerkûkê ragihand ku, danûstandin û gotûbêjên bi Herêma
Kurdistanê û Wezareta Çavkaniyên Siruştî re li ser wergirtin û hinardekirina
petrolê bi riya Kompaniya (SOMO) berdewam in, û niha em li zeviyên petrolê kar
dikin, di heman demê de rojane nêzîkî 130 hezar bermîl petrol tê hilberandin ku
ji vê rêjeyê 50 hezar bermîl dê ji bo bazara navxweyî ya Herêma Kurdistanê be.
Her weha got: Me li
hev kiriye ku rojane 80 hezar bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê werbigirin,
û bi riya bendera Ceyhan ya Turkî werin hinardekirin.
Her weha aşkere jî
kir ku ew karên cidî dikin ji bo destpêkirina petrola Herêma Kurdistanê di zûtirîn
dem de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

