Biryarek ji bo berjewendiya cotkarên Kurd tê dayîn
Kurdistan 05:35 PM - 2025-08-05
PUKMEDIA
Xaneqîn
Bi saya hewldanên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Wezareta Çandiniyê ya Federal a Îraqê vegerandina peymanên çandiniyê bo xwediyên wan ên resen li Navçeya Xaneqînê radigihîne. Karmendekî Navenda Rêxistina Xaneqînê got: "Em hewlên xwe ji bo parastina mafên cotkaran û hemû beşên bajêr didomînin."
Wezareta Çandiniyê ya Federal a Îraqê biryareke fermî ji bo vegerandina peymanên çandiniyê bo xwediyên wan ên resen, cotkarên Kurd ên ku berê ji erdên xwe yên li Navçeya Xaneqînê hatibûn derxistin, ragihand. Ev biryar li ser nameya Sekreteriya Giştî ya Encumena Wezîran, Komîteya Bicîhanîna Xala 140 a Destûra Îraqê, Hejmar 553 bi dîroka 14ê Gulana 2025an, ku ji Wezareta Dadê û Wezareta Çandiniyê re hatiye şandin, hatiye dayîn.
Şêrko Mîrwaîs, endamê Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û berpirsê Malbenda YNKê ya Xaneqînê, ji PUKmedia re got: "Piştî ku Komîteya Bicîhanîna Maddeya 140 a Destûrê nameyek ji Wezareta Çandiniyê ya Îraqê re şand û daxwaza vegerandina van erdan bo xwediyên wan ên resen kir, Wezareta Çandiniyê di vî warî de biryarek da. Em hêvî dikin ku rayedar û saziyên peywendîdar dê bilezînin bo pêkanîna vê biryarê li ser erdê."
Wî zêde kir: "Ev biryar hemû erdan li gundên derdora Xaneqînê, ji bilî erdanên çandiniyê yên li bajar û deverên din ên ku di dema desthilatdariya rejîma berê ya Baasê de hatine desteserkirin, digire nav xwe." Wî rave kir ku ev "gavekî girîng e ber bi bidestxistina edalet û telafîkirinê ji bo kesên bandordar, û rê dide cotkaran ku vegerin ser erdan û jiyana xwe ya normal bidomînin."
Mîrwaîs bang li "saziyên îdarî û dadwerî kir ku bi hevahengî bi rayedarên peywendîdar re ji bo pêkanîna biryarê bi baldarî bixebitin da ku maf bê astengî ji xwediyên wan re werin vegerandin."
Belgeya ku ji aliyê Beşa Yasayî ya Daîreya Erdan a Wezareta Çandiniyê ve hatiye derxistin û ji aliyê Cîgirê Sekreterê Wezareta Çandiniyê Dr. Mehdî Sehar Cibûrî ve hatiye îmzekirin, dibêje ku armanca vê biryarê ew e ku erd vegerin xwediyên wan ên rewa û wan li ser navên wan tomar bikin, mîna peymanên çandiniyê yên li Parêzgeha Kerkûkê hatine betalkirin, di heman demê de bi tevahî tazmînatê bidin kesên ku berê erd wergirtine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

