Talebanî li gel şandeke pilebilind a leşkerî ya Brîtanî civiya
Kurdistan 07:41 PM - 2025-07-30
Nivîsgeha Ragihandinê ya Qubad Talebanî
Talebanî û şandekî leşkerî Brîtanyayê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanî bi serokatiya, Şêwirmendê Payebilind ê Bergiriyê yê Brîtanî ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Ahlgren kir. Wan li ser têkiliyên dualî û pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê li Îraq û herêmê nîqaş kirin.
Civîn roja Çarşemê (30/7/2025) li Hewlêrê bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl pêk hat, di civînê de li ser rewşa ewlehiyê ya Îraq û herêma Kurdistanê nêrîn hatin parvekirin, her du alî hemfikir bûn ku siyaset û helwesta hikûmeta federal a Îraqê di şer û aloziyên berê yên li herêmê de erênî bûye û tekez kirin ku divê hikûmeta federal li ser vê siyasetê berdewam bike û divê hemû alî bi baldarî tevbigerin da ku ewlehî û aramiya Îraqê biparêzin.
Derbarê êrîşên bi droneyan û armancgirtina binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê de, Cîgirê Serokwezîr got ku her çend di demên berê de gavên baş ji bo aramiya Îraqê hatine avêtin jî, lê dubarekirina êrîşên bi vî rengî gefê li ser ewlehî û aramiyêa Îraqê û Herema Kurdistanê dixwe, lê wî hêvî kir ku sûcdarên êrîşan ji raya giştî re werin eşkerekirin û bi cezayên yasayî re rû bi rû bimînin.
Di beşek din a civînê de, wan li ser çawaniya xurtkirina hevkarî û hevrêziya di navbera hêzên ewlehiyê yên Kurdistan û Îraqê de bi Brîtanyayê re nîqaş kirin.
Şandeya leşkerî ya Brîtanî tekez kir ku Brîtanya, Herêma Kurdistanê wekî hevkar û hevalbendek dibîne û dê ji bo xurtkirina têkiliyan, bi taybetî di warê şêwermendiya leşkerî û perwerdehiya zêdetir a Hêzên Pêşmerge û ewlehiyê yên Kurdistanê de, bixebite.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

