Pêşangeha pirtûkan ya bi navê Serok Mam Celal tê vekirin
Kurdistan 10:05 PM - 2025-07-29
Saziya Serok Mam Celal
Birêzan, Hemey Heme Seîd û Dr. Mihemed Sabir
Îro Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîd,li Silêmaniyê, serdana Saziya serok Celal Talebanî kir û ji aliyê Balyoz Dr. Mihemed Sabir, serokê saziyê ve hate pêşwazîkirin.
Armanca serdanê nîqaşkirina prosedûr û amadekariyên vekirina gera heftemîn a Pêşangeha pirtûkan a navneteweyî li Silêmaniyê bû, ku îsal bi navê "Serok Mam Celal" tê vekirin.
Di dema serdanê de, Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîd bi Dr. Mihemed Sabir serokê saziya Serok Celal Talebanî re civiya.Di civînê de cîgirê parêzgarê Silêmaniyê Şaho Osman, nûnerên nivîsgeha cîgirê serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê, karmendên weşanxaneya Atlas û komîteya têkildar a Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan amade bûn.
Di civînê de amadekariyên vekirina pêşangehê û hevrêzkirina bêtir a komîteyên têkildar ji bo serkeftina xebatê hatin nîqaşkirin û piştgiriya Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ji bo serkeftina pêşangehê hate tekez kirin.
Heta niha şeş Pêşangehên Navneteweyî yên pirtûkan ên Silêmaniyê hatine lidarxistin, ya herî dawî jî şeşemîn Pêşangeha Navneteweyî ya pirtûkan a Silêmaniyê bû, ku 40,000 sernav û 9 mîlyon pirtûk ji hêla 200 navendên herêmî û navneteweyî ve hatin pêşandan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

