Akademiya Kurdî: qedexekirina zimanê Kurdî nijadperestî ye
Îraq 04:42 PM - 2025-07-26
Ragihandina Wezaretê
Logoya Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê
Akademiya Kurdî biryara Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Iraqê ya qedexekirina bikaranîna zimanê Kurdî di ezmûnên zanîngehên Mûsil, Kerkûk û Diyalayê de şermezar kir, ev wekî nijadperestî bi nav kir û daxwaza betalkirina wê kir.
Di daxuyaniyekê de ku gihîştiye PUKMEDIA, Akademiya Kurdî ragihand:" biryara qedexekirina pirsên ezmûnê bi zimanê Kurdî li zanîngehên Kerkûk, Mûsil û Diyalayê wekî nijadperestî dibînin."
Di daxuyaniya xwe de, Akademiyê daxwaza "betalkirina vê biryara neqanûnî û nedestûrî kir, û ji Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê xwest ku ji gelê Kurd lêborînê bixwaze."
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya hikûmeta federal nameyek ji zanîngehên Mûsil, Kerkûk û Diyalayê re şand, bi jimareya 0006496 û bi dîroka 16ê Tîrmeha 2025an, ku bikaranîna zimanê Kurdî li saziyên akademîk ên li van deveran qedexe dike. Di namê de her wiha ji zanîngehan tê lêkolîn û azmûnan bi zimanê Kurdî nekin. Her wiha bangeşeya wê yekê dikin ku qaşo xwendin tenê bi zimanê erebî û îngîlîzî ye û ferman daye divê pirs ji bo xwendekarên Kurd neyên wergerandin ango neyên tercûme kirin.Di nameyê de tekez li ser wê yekê hat kirin ku her kesê ku vê fermanê binpê bike dê encamên yasayî bikşîne.
Akademiya Kurdî saziyek e ku ji bo berhevkirin, parastin û dewlemendkirina mijarên têkildarî zimanê Kurdî û zaravayên wê hatiye veqetandin.
Nivîsa nameya Wezareta Xwendina Bilind
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

