Li Rûsyayê firokeyek ket xwarê: nêzîkî 50 kes tê de bûn
Cîhan 12:00 PM - 2025-07-24
Ajans
Balafireke Rûsî
Firokeyeke rêwiyan a Rûsî ya cûreya An-24, ku 49 kes tê de bûn, li herêma Amurê ya Rûsyayê ket xwarê. Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê ragihand, ti kes ji qezayê rizgar nebûye.
Li gor daxuyaniya wezaretê, îro 24ê Tîrmehê kavilên firokeyê 15 kîlometre dûrî bajarê Tyndayê hatine dîtin û agir pê ketibû. Hat piştrastkirin ku ti kes ji rêwiyan rizgar nebûye û lêkolîn derbarê sedema bûyerê de hatiye destpêkirin.
Parêzgarê Herêma Amurê Vasîlî Orlov da zanîn, di firokeyê de 43 rêwî, ku pênc ji wan zarok bûn, û şeş endamên desteya firokevanan hebûn.
Berî dîtina kavilên firokeyê, Ajansa TASS a Rûsî ragihandibû ku peywendiya firokeya Kompaniya Hêlên Hewayî ya Angara li nêzî firokegeha Tyndayê bi xala kontrolê re qut bûye.
Desthilatdaran diyar kirin ku firoke ji Xabarovskê bi rêya Blagoveşçenskê ber bi Tyndayê ve difiriya dema ku sînyalên wê bi temamî winda bûn.
Medyayên Rûsî, weke malpera Novosti, belav kirine ku rewşa asmanî li devera ku firoke lê winda bûye, gelekî xirab bûye û ji ber heman sedemê geşta firokeyê jî hatibû paşxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

