Tablêtên Serjimêriya Êraqê bûne cihê gengeşeyê
Îraq 12:13 PM - 2025-06-28
Me`ilûme
Tablêta Serjimêriyê
Wezareta Pilandanana Êraqê 12 hezar tablêt da Urdunê, ku
di serjimêriya akinciyan ya sala borî de hatibûn bikar anîn, ku ev yek di asta
navxweyî de bû sedema şaşiyeke mezin lewra wezaret neçar kir ku her hefteyê du
caran zelalkirinê bide, heya
niha jî ew babêt bi germî di rojeva ragihandinan de ye,Parlementerek jî
dibêje: Zanyariyên serjimêriyê yên di tablêtan de dikarin werin vegerandin û ev
metirsî ye.
Dayîna tablêtan karekî ne guncaw e
Di heman demê de, hejmarek endamên parlementerên Êraqê bi
lez û bez li ser bexşandina tablêtên serjimêriya Êraqê hatin ser xetê, û gotin:Dayîna
zanyariyan li ser tablêtan metirsîdar e, ji ber ku Urdun dikare zanyariyan bi riya
teknolojiyê dubare werbigire.
Raid Malikî Parlementerê Êraqê ragihand ku ev amêr ji bo
tomarkirina zanyariyên kesane yên Êraqiyan di dema serjimêriya giştî de, bi
bernameyên cûr Bi cûr hatibûn bikar anîn, ji ber vê yekê bexşandina amêran ne
guncaw e.
Raid Malikî got: Dikarin tablêtan bidin xwendekar û xwendingehên
Êraqî û di warê perwerdehiyê de ji nû ve werin bikar anîn,em nizanin rola
wezîran di vî warî de çi ye, ji ber ku ew li ser biryarên hikûmetê deng didin.
Li gorî pêdaçûna parlementerên Êraqî, 12 hezar tablêtên
ku ji Urdunê re hatine bexşandin, ku nirxê wan zêdetirî 4 Milyar Dînar in ku zanyariyan
ji bo xwendingehên Êraqî pêwîst dikin li xwe digire.
Amêr hatine formatkirin
Wezareta Pilandanan Êraqê di du daxuyaniyan de got:Yek ji
wan daxuyaniyan ku roja Înê rêkefta 27ê Hezîrana 2025an de hatiye weşandin têde
dibêje:Tenê 12 hezar ji van tablêtan ji hikûmeta Urdunê re hatine bexşandin, ku
ew bi tevahî ji nûve hatine formatkirin û naveroka wan vala in, ku tenê ji sedî
5ê hejmara giştî ya amêrên ku di serjimêriya Êraqê de hatine bikar anîn pêk
tînin.
Di daxuyaniya duyemîn de jî, hatiye eşkere kirin ku ji bo
serjimêriya sala 2024an, 135 hezar tablêt ji bo wê proseyê hatine bikar anîn û
ji van tenê 12 hezar tablêt ji bo piştgiriya serjimêriya akinciyên Urdunê hatine
bexşandin.
Wezareta Pilandanana Êraqê got: Hemû data û zanyariyên di amêran
de ji hêla tîmek pispor ya taybetî ve hatin wergirtin û di bîrgehek (Hard) de
hatin tomarkirin, piştre tablêtên
ku hatine bexşandin bi giştî hatine formatkirin û ji barkirina orîjînal ya
hilberînerê amêrê re hatine vegerandin.
Di dawiya daxuyaniya Pilandana Êraqê de hat got: Komîteya Peywendîdar
ya Deshelata Giştî ya Amar û Sîstemên Zanyarî rasterast û bi baldarî çavdêriya
hemû qonaxên rakirina çîpan û hilanîna wan li cihên parastî kir, ji bo
misogerkirina asta herî bilind ya parastina zanyariyan, aliyê Urdunê jî daxwaza
deynkirina 12 hezar tablêtan ji bo karanîna di serjimêriyê de kiriye, lê
hikûmeta Êraqê biryar daye ku van amêran wekî beşek ji hevkariya dualî û
xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatên bira de bide Urdunê.
Di rojên 20 û 21ê Mijdar ya sala 2024an de, Serjimêriya
Giştî ya akinciyên Êraqê hatibû lidarxistin, ku armanc ji wê yekê ew bû ku zanyariyên
berfireh li ser hejmara akincî, avahî û tesîsên xanîyan û li seranserî Êraqê û
hejmara kelûpelên malê, karsazî û hemî faktorên ku mirov rojane bikar tînin kom
bike.
PUKMEDIA - Ajans - Wezareta Pilandananê
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

