Konseya Hevkariya Kendavê daxwaza bidawîanîna şerê Îran û Îsraîlê kir
Cîhan 06:32 PM - 2025-06-16
Ajans
Alayên endamên Konseya Hevkariya Kendavê
Endamên Konseya Hevkariya Kendavê bi rêya vîdyokonferansê civîneke awarte li ser şerê di navbera Îsraîl û Îranê de li dar xistin û bang li civaka navneteweyî kirin:"Ji bo rawestandina şer gavên lezgîn bavêjin."
Civîn ji aliyê Wezîrê Derve yê Kuweytê Abdullah Yahya ve hat birêvebirin û wezîrên derve yên konseyê jî beşdar bûn. Sekreterê Giştî Casim Badiwî di daxuyaniyekê de got: "Di civînê de pêşketinên li herêmê, bi taybetî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, hatin nîqaşkirin."
Wî got, "Berdewamiya şer aramiya herêmê û cîhanê tehdît dike."
Di dawiyê de, Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Kendavê bang dike:"Divê civaka navneteweyî gavên lezgîn bavêje da ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de rawestîne, û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsya divê zextê li her du aliyan bikin da ku êrîşan bi dawî bikin.
Konseya Hevkariya Kendavê di 25ê Gulana 1981an de li Îmaratên Erebî yên Yekbûyî bi beşdariya şeş welatên Kendavê: Erebistana Siûdî, Oman, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Kuweyt, Qeter û Behrêyn hate damezrandin.
Armanca konseyê ew e ku hevkariya di navbera welatên konseyê de di hemû waran de pêş bixe û ji bo hemû welatên endam di warê aborî, darayî, bazirganî û gumrikê de sîstemek yekgirtî ava bike, ji bilî xebata ji bo pêşxistina aliyên zanistî û teknîkî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

