Wezareta Tenduristiyê: Ji destpêka salê ve 123 bûyerên tayê xwînrijê di nav de 19 mirin
Kurdistan 11:38 AM - 2025-06-12
PUKMEDIA
Taya xwînrijê
Wezareta Tenduristiyê ya Federal îro Pêncşemê tomarkirina
123 pêketên tayê xwînrijê, di nav de 19 mirin ji destpêka salê ve ragihand. Her
wiha daxwaza kêmkirina çêrandin û serjêkirina bêserûber kir.
Berdevkê fermî yê Wezaretê Seyf El-Bedr, di daxuyaniyekê de
ku PUKMEDIA kopiyek jê wergirtiye got: Wezîrê Tenduristiyê Salih Hesnawî serokatiya
Komîteya Bilind a Tenduristiyê ya Neteweyî kir, ku tê de nûnerên Wezaretên
Tenduristiyê, Çandinî û Jîngehê, Şaredariya Bexdayê û dezgehên ewlehiyê yên taybet
hene, da ku bi hevrêziyek hevbeş pêşketinên rewşa tayê bişopînin.
El-Bedr bang li "dezgehên ewlehiyê kir ku tedbîrên
pêwîst bigirin da ku serjêkirin û çêrandina bêserûber û bazirganiya neqanûnî ya
ajalan sînordar bikin, ji ber ku ew xetera veguheztina nexweşiyên vegirtî, bi
taybetî tayê xwînrijê çêdikin. Wî tekezî li ser "rola Wezareta Çandiniyê
di şerê li dijî qirnadan û mijûlbûna bi ajalên vegirtî re kir, û em hevkariya
Daîreya Veterîneriyê di vî warî de pesin dikin.
Wî wiha domand, "Wezareta Tenduristiyê ji destpêka sala
2025an vir ve 123 pêketên piştrastkirî yên tayê xwînrijê tomar kiriye, di nav
de 19 mirin, ku li gorî parêzgehan wiha hatine belavkirin:
Zîqar: 36 pêket / 1 mirin
Wasit: 15 pêket / 2 mirin
Bexda: Resafa: 14 pêket / 5 mirin
Musena: 8 pêket / 2 mirin
Meysan: 8 pêket / 0 mirin
Besra: 8 pêket / 1 mirin
Nînewa: 7 pêket / 0 mirin
Kerkûk: 5 pêket / 4 mirin
Diyale: 5 pêket / 1 mirin
Bexda- Kerx: 4 pêket / 0 mirin
Dîwaniye: 3 pêket / 0 mirin
Duhok: 3 pêket / 1 mirin
Babil: 2 pêket / 1 mirin
Wî destnîşan kir ku "parêzgehên Enbar, Hewlêr, Kerbela,
Silêmanî û Necefê li her parêzgehekê pêketek tomar kirine, û li her Duhok û
Necefê mirinek tomar kirine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

