Serokê Firaksyona YNKê:Em li dijî ragirtina mûçeyan radiwestin
Kurdistan 02:51 PM - 2025-05-29
PUKMEDIA
Herêm Kemal Axa; Serokê Firaksyona Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê li parlemana Êraqê
Firaksiyonên Kurdistanî yên li Parlemana Êraqê li dijî
nameya Wezîra Darayî ya Êraqê derketin; û gotin: Nameya Wezîra Darayî ya Êraqê di
warê îdarî, darayî, yasayî û destûrî de binpêkirina mafên Herêma Kurdistanê ye.
Herêm Kemal Axa; Serokê Firaksyona Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistanê li Parlemana Êraqê ji PUKMEDIA malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistanê re got: Nameya Wezîra Darayî yê Federal ya ji bo ne dayîna
mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê binpêkirinên mezin yên yasayî û darayî ne û
li dijî biryara Dadgeha Bilind ya Federal e ku derengxistina dayîna mûçeyan bi
her bahaneyê em vê biryarê red dikin.
Herêm Kemal Axa
got: Em wek firaksyonên Kurdistanî bang li Serokkomar,Serokwezîr û
Dadgeha Bilind ya Federal a Êraqê dikin ku vê şaşiyê sererast bikin, ji ber ku
em bawer dikin ev name li dijî yasay ye û biryareke siyasî ye,hevdem Wezîra
Darayî desthilata xwe ya rawestandina mûçeyên mûçexwerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê
nîne.
Her weha aşkere kir
ku, Fraksiyonên Kurdistanî li hev kirine ku hîna zû ye ku kojmê
pereyê herêmê di budçeyê de texmîn bike, û biryar bide ku ew para
qediya ye, ji ber ku bi gelemperî, Wezareta Darayî dikare vê texmînê bike, ji berk u bi giştî di heyva Cotmehê de
Wezareta Darayî vê texmînkirinê bike.
Serokê Firaksyona
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan li Parlemana Êraqê got jî: Nameya Wezîra
Darayî ji aliyê îdarî, yasayî, darayî û destûrî ve ne yasayî ye, û li dijî
biryara Dadgeha Federal e jî, ji ber ku dadgehê bi zelalî diyar kiriye ku divê
mûçe bi nakokiyên siyasî re neyên tevlihevkirin.
Derbarê ne razîbûna Wezîra Darayî ya Êraqê li hemberî
rêkeftina di navbera Hikûmeta Êraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku hikûmeta
herêmê pabendî rêkftinê nebûye; Serokê Firaksyona YNKê got: Teyf Samî ; Wezîra
Darayî ya Êraqê dikare gilînameyê li ser hikûmeta herêmê li Dadgeha Federal
tomar bike, ne ku mûçeyên mûçexwerên herêmê wek rehîne rabigire.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

