Amerîka cezayên li ser Sûriyê kêm dike
Cîhan 09:19 AM - 2025-05-24
PUKMEDIA
Serokê Amerîka Donald Trump û Ehmed Şerei serokê Sûriyê
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê biryareke awarte da ji bo
sivikkirina cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê, da ku rê bide veberhênanên nû û
çalakiyên sektora taybet li welêt.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand
ku wan destûrnameyek giştî daye ji bo sivikkirina hin cezayên li ser Sûriyeyê û
eşkire kir ku ev biryar li gorî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji
bo rakirina cezayan li ser Sûriyeyê ye.
Di biryarnameyê de hat gotin, "Ev biryar dê rê bide
hevalbend û hevkarên me ku li Sûriyeyê veberhênanê bikin," û rê dide
veberhênanên nû û çalakiyên sektora taybet li Sûriyeyê.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump hefteya
borî di serdana xwe ya bo Kendavê de got: Ez ferman didim ku cezayên li ser
Sûriyeyê werin rakirin da ku şansek ji wan re bê dayîn. Zext dijwar bûn, lê
niha dem hatiye ku Sûriye bibiriqe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

