Êraq pêşwazî li agirbesta di navbera Hind û Pakistanê de dike
Cîhan 10:02 AM - 2025-05-11
PUKMEDIA
Aavahiya wezareta derva yê Êraqê
Wezareta Derve ya Êraqê biryara agirbestê ya di navbera
Hindistan û Pakistanê de pêşwazî dike.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: "Komara Êraqê
pêşwaziya biryara agirbestê ya di navbera Hindistan û Pakistanê de dike, ku
destpêşxeriyeke erênî ye û pabendbûna herdu aliyan ji bo nêzîkbûna diyaloga
dîplomatîk wekî rêbazek ji bo çareserkirina nekokiyan nîşan dide."
Wezaret piştrast dike:"Ev biryar gaveke aqilane ye ji
bo sivikkirina aloziyên li herêmê û vekirina rê li ber xurtkirina baweriya
hevbeş û avakirina pirên têgihîştin û nêzîkbûnê. Em hewildanên ku ji bo
gihîştina vê rêkeftinê hatine kirin bilind dinirxînin."
Herweha wezaretê amaje bi wê yekê jî kir ku: "Çareseriyeke
mayînde tenê bi danûstandinên avaker û pabendbûna bi peyman û qanûnên
navneteweyî re dikare were bidestxistin. Em hêvî dikin ku ev destpêşxerî dê
prensîbên jiyana aştiyane xurt bike û gelên her du welatên dost ji bela pevçûn
û bertekên wê biparêze."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

