Li hemberî Taya Xwînberbûnê 9 rênmayên Tenduristiyê
Kurdistan 02:29 PM - 2025-04-25
PUKMEDIA
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistana ji bo
kontrolkirina nexweşiya Xwînberbûnê 9 rêbername derxist û serjêkirina heywanan
di nav malan de bi her awayî qedexe kir
û got: Divê qesabxane alavên parastinê li xwe bikin û divê cih piştî
serjêkirina ajalan were paqijkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê
de ragihand ku şandiye ji Rêveberiyên Giştî yên Tenduristiyê yên (Hewlêr,
Silêmanî, Duhok, Helebce, Raperîn, Germiyan, Zaxo, Soran û Koyê) ku kopiyek ji wê ketiye destê PUKMEDIA
ragihand ku, ji bo kontrolkirina nexwşiya taya Xwînberbûnê ku
nexweşiyeke vayrusî ya pir metirsîdar e û ji ber tomarkirina çend haletên
piştrastkirî li hin parêzgehên Êraqê, divê tedbîrên jêrîn werin girtin:
1- Serjêkirina ajalan di nav malan de bi her awayî qedexe ye
û serjêkirin tenê li cihên destûrdayî dê were kirin.
2- Qesab
divê dema ku bi awayekî bê kêmasî bi heywanan an goşt û xwîna wan re mijûl
dibin, alavên parastinê, bi taybetî lepikên lastîkî û cilên parastinê yên
taybet li xwe bikin û di rewşa binpêkirinê de dê bi tundî werin sizakirin.
3- Piştî serjêkirinê, divê ew dever bi çareseriya kilorê
(%5) were paqijkirin bi rêjeya %6 Fas û
her beşek Fas bi 11 beşên avê ve were nixumandin û her wiha alavên ku di dema
serjêkirin û birîna goşt de têne bikar anîn werin paqijkirin.
4- Divê welatî goştê Sor ji cihên destûrdar bikirin û
lepikan li xwe bikin û piştrast bin ku destên wan birîndar nebûne û texteya
hûrkirina goşt ji texteya hûrkirina sebzeyan cuda be, û dûvre cihê hûrkirinê bi
ava germ û sabûnê bi tevahî paqij bikin.
5. Dema ku hûn serdana cihên ku kêzik lê pir in dikin, cilên
tarî û destên dirêj li xwe bikin, daku ew xuya bibin, û kiremên taybetî bikar
bînin daku Mêro û kêzikan ji laşê mirovan dûr bixin.
6- Divê beşên tenduristiyê bi beşên veterîneriyê û çandiniyê
re li ser rêkarên xwe yên ji bo rijandina heywanan bi dermanên jehrî re
hevahengiyê bikin.
7- Tekez li ser xebata xurtkirina tenduristiyê ji bo
parastina welatiyan bi riya kempênên cûrbecûr û belavkirina rêbernameyan da ku
agahdariya rast were peyda kirin.
8. Cî bi cîkirina çalakiyên reşandina wan cihan li gorî
plana salane ya kontrolkirina nexweşiyên vegirtî.
9- Pabendbûna karmendên tenduristiyê ji bo lixwekirina
alavên parastina kesane bi awayekî zanistî dirust.
Ev yek di demekê de ye ku îro Înê rêkefta (25-04-2025) an, Wezareta
Tenduristiyê di daxuyaniyekê de got ku ji destpêka vê salê ve li Êraqê 26 haltên
nexweşiya Xwînberbûnê hatine tomarkirin û dibêje: Heya roja 24-04-2025 an li
Êraqê 26 halet hatine tomarkirin û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

