Talebanî: Divê hikûmetek bi bandor, bihêz û xizmetkar bê avakirin
Kurdistan 08:23 PM - 2025-04-22
Ofîsa Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî û Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê Îrfan Sadiq kir û di civînê de pêwendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.
Di destpêka hevdîtinê de ku roja sêşemê (22.4.2025) hat lidarxistin, behsa pêwendiyên dîrokî yên navbera Kurd û Brîtanyayê hat kirin û her du alî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyan di vê qonaxê de hemfikir bûn.
Di vê çarçoveyê de Cîgirê Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir ku derfetên baş ji bo kompanî û sermayedarên Brîtanî li Herêma Kurdistanê hene û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade ye her cure hêsankariyan pêşkêş bike.
Di beşeke din ya civînê de behsa diyardeya koçkirina neyasayî hate kirin. Di vê derbarê de Qubad Talebanî tekez kir ku baştirîn rê ji bo nehiştina koçberên neyasayî geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê ye. Balyozê Brîtanya amadehiya welatê xwe ji bo alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di piroseya geşepêdanê de nîşan da, bi taybetî pêşxistina navçeyên ku kêm pêşkeftî ne û ciwan zêdetir koçber dibin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de, di derbarê pêşhatên dawî yên navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û her du alî hêvî xwestin ku ev guhertin bi awayekî ku bibe sedema aştî û aramiyê û di berjewendiya hemû neteweyên navçeyê de be.
Di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî Cîgirê Serokwezîr diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û li gor destûrê gavên gelek baş hatine avêtin.
Her wiha behsa avakirina kabîneya nû hat kirin. Di vê derbarê de, Qubad Talebanî amaje bi civînên herî dawî yên şanda danûstandinan a YNK û PDKê kir û geşbîniya xwe jî nîşan da ku li gor wan têgihiştinê, di demek nêzîk de rêkeftina dawî û hikûmeteke bi bandor, bihêz û xizmetguzarî pêk were.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

